'Destkeftiyên jinan mijareke di ser siyasetê re ye' 2023-04-04 09:05:30     Şehrîban Aslan   AMED - Parêzerên ku bertek nîşanî Tifaqa Cumhur û partiyên Îslama siyasal ku qanûna hejmar 6284 ji bo hilbijartinê kirine hedefa xwe dan gotin, "Mafên jinan, destkeftiyên wan mijareke di ser siyastê re ye." Parêzeran hilbijartinên 14'ê Gulanê jî bi bîr xistin û anîn ziman ku ev hilbijartin di heman demê ji bo jinan mijra hebûnê ye."   AKP ji roja di 2002'yan de bûye desthilatdar destkeftiyên jinan kirine hedefa xwe,  Serok Komarê AKP'yî Recep Tayyîp Erdogan piştî ku Peymana Stenbolê ya yek ji destkeftiyên jinan a herî girîng bû betal kir, meznahiya polîtîkayên êrîşkar ên desthilatdariyê li ber çavan raxist. Piştî Peymana Stenbolê niha jî qanûna 6284 ku ji bo parastina malbat û astengkirina tundiya li ser jinê girîng e di hedefa Tifaqa Cumhur ku AKP û MHP di nav de cih digirin de ye. Partiyên wekî Partiya Ji nû de Refah (YRP) û wekî Partiy Hur Dava (HUDA PAR) ku Tifaqa Cuhur dixwaze bi wan re li hev bike jî di lîsteya wan a qanûnên ku dixwazin biguherînin de qanûna 6284'an jî heye. Vê helwestê nêzîkatiya van partiyan a li hemberî jinan jî derxist holê. Helwesta AKP'ê ya ji bo guhertina qanûna 6284'an a ku rê li ber niqaşan vediker jî dibe sedema bertekên li hemberî Tifaqa Cumhur.    Seroka Komelya Dayanişmanin Kadin Halî (DAKAH -DER) parêzer Asli Pasînlî û endama Komeleya Jinan a Rosayê parêzer Leyla Kaya, derbarê qanûna 6284 ku di hefefa desthilatdariyê de ye nirxandin kirin.    'Destkeftiyên jinan pêşkêşî mêran tên kirin'   Asli diyar kir ku ji ber di pêvajoya hilbijartinê de ne Huda Par û Pariya Ji nû de Refah bi Tifaqa Cumhur re destkeftiyên jinan kirine hedefa xwe û li ser van destkeftiyên jinan bazariyê dikin. Asli wiha got, "Desthilatdariyê destkeftiyên jinan pêşkêşî mêran dike. Piştî Peymana Stenbolê ku Recep Tayyîp Erdogan bi biryarnameyekê betal kir niha jî Qanûna 6284'an kirine hedefa xwe. Bi vê re mafê nafaqa yê jinan û gelek destkeftiyên wan ên din dixwazin desteser bikin. Divê ev tenê wekî xespkirina destkeftiyên jinan neyê destgirin û di heman demê de wekî guhertina rejîmê bê destgirtin.  Ji ber ku ev qanûna bi hejmar 6284'an destheftiya jinan a sed salî ye. Di vî warî de erkeke girîng dikeve ser milên jinan. Divê îtîrazeke tund bê kirin. Di vê serdemê de divê jin biçin ser sendoqê û bibêjin 'Em hebûn, hene û em ê hebin' û gotina xwe ya dawî bibêjin."   'Mafên jinan mijareke di ser siyasetê re ye'   Asli Asliyê bal kişand ser gotina AKP'ê ya "Heta AK partî tunebû li tirkiyeyê navê jinan tune bû" û berdewam kir, "Ev nîqaşa AKP'ê bi rastî jî li ser wê yekê bû ku di wê serdemê de pirsgirêka serîgirêdanê di qada sazîbûnê de derket hol. Lê mafên jinan tenê bi serîgirêdanê re sînordar nîne. Eger AKP bêje ku vê pêvajoyê bi wan dest pê kiriye, bi rastî jî dixwaze bi xwe re biqedîne, divê wisa were xwendin. Di rastiyê de dema em li pêvajoyên îmzekirina van qanûnan dinêrin, ango Qanûna Parastina Malbatê ya bi hejmara 4220 ku beriya sala 6284’an qanûn bû, Tirkiye di sala 98’an de bi biryarên AÎHM’ê hate cezakirin. Piştî ku Tirkiyeyê di qada navneteweyî de tabloyeke xerab a tundiya li ser jinê çêkir, pêvajoya guhertinê dest pê kir. Di sala 2011'an de teahudeke navneteweyî hat dayîn û Peymana Stenbolê hat îmzekirin. Nîşana hiqûqa navxweyî ya ku wî wekî referans girt, qanûna bi hejmara 6284 bixwe bû. Peymana Stenbolê di 20'ê Adara 2021an de bi biryarnameya Serokomariyê 2 sal berê di şevekê de hatibû betalkirin. Di vê derbarê de pêvajoyên dozê hatin meşandin. Îro her kesê ku dibêje “Bila jin bijîn” divê li ser destkeftiyên jinan bisekinin.  Maf û destkeftiyên jinan mijareke di ser siyasetê re ye. Wezîr Derya Yanik û Ozlem Zengîn bi axaftineke berevajî derketine û ji bo piştgiriya 6284’an axivîne. Ev jî nîşan dide ku di nava AKP’ê de di vê mijarê de tu yekitî nîne ye.”   'Hilbijartina hebûnê'   Asli herî dawî bang li jinan kir û got, "Ev hilbijartin hilbijartina hebûnê ye. Hilbijartina ku divê em ji bo hevbûna xwe deng bidine ye. Ji ber vê jî ez bang li her kesî dikim ku ji bo wekhevî, mafên jinan û ji bo ku em di civakeke wekhev de bijîn divê em li vê hilbijartinê xwedî derkevin û destkeftiyên jinan bi parêzin. Em bang li hemû namzedên jin jî dikin ku bi heman helwestê tevbigerin."   'Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin'   Parêzer Leyl Kaya jî got ku piştgiriya ji bo desthilatdariyê ji aliyê civakî ve qels bûye û anî ziman ku krîzeke rêveberiyê tê jiyîn. Leyla fesihkirina Peymana Stenbolê a bêyî erêkirina meclisê tenê bi destê kesekî jî bi bîr xist û ev tişt got, "Em fesihkirina Peymana Stenbolê qebûl nakin û dibêjin ku ji bo me di meriyetê de ye. Ev mînaka dijiminantiya li hemberî jinan û kesên bi dezavantaj e."   'Rakirina qanûnê meşrûkirina tundiyê ye'   Leya Peymana Stenbolê careke din bi bîr xist û wiha berdewam kir, "Ji ber hin ferasetên di nav civakê de hatin afirandin û zextên derdorên paşverû, Tirkiyeyê biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê bi awayekî derhiqûqî da." Leylayê bal kişand ser hedefgirtina qanûna bi hejmara 6284'an a ku li gorî Peymana Stenbolê hatiye amadekirin û got, "Ger em behsa qanûna 6284'an bikin, divê em li mafên ku dide jinan binêrin. Divê mirov lê binêre çima partiyên Îslamî yên siyasal li dijî vê qanûnê ne û daxwaza rakirina wê dikin. Qanûn ne tenê jinan, zarok, endamên malbatê û hemû mexdûran jî digire nav xwe. Ji ber vê yekê civakê li hemberî tundiyê diparêze û daxwaza rakirina vê qanûnê tê wateya ku dewlet şîdetê rewa dike."   'Em ê zîhniyeta paşverû têk bibin'   Leylayê diyar kir ku polîtîkayên dijmantiya jinê wê têk biçin û wiha got: “Njadperestî û gotinên nefretê yên dijminên jin û komên din ên dezavantaj dê ji holê rabin. Hemû kesên li dijî demokrasiyê ne, wê ji aliyê jinan ve di sindoqande bimînin. Em bi desthilatdariyeke ku ev 22 sal in bi awayekî vekirî dibêje 'Ez bi wekheviya jin û mêr bawer nakim' re rû bi rû ne. Ev gotin û hemû axaftinên din jî perspektîfa desthilatdariyê ya li ser jinê nîşan didin. Em dibêjin ku em ê fikr û zîhniyetên paşverû têk bibin. Em tu zîhniyet û tifaqa ku hem Peymana Stenbolê hem jî qanûna bi hejmara6284’an kiriye hedefa xwe qebûl nakin."