Li Helebê Akademiya Pakrewan Rêdor hat vekirin 2023-04-03 15:32:21     HELEB - Ji aliyê HPC'ê ve li taxa Şêxmeqsûdê akademiya bi navê Pakrewan Rêdor hate vekirin.   Bi boneya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan îro li taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê Hêza Parastina Civakî (HPC) akademiya Pakrewan Rêdor hate vekirin. Akademî li devera bi navê Seken şebabî ya ku li xerbî taxê dikeve hate vekirin. Bi beşdarbûna endamên Parastina Cewherî û sazî û partiyan akademî hat vekirin.   Piştî deqeyeke rêzgirtinê axaftin ji aliyê Endama HPC'ê Nisrîn Reşîd hat kirin : “Ev meh ji bo me meheke pîroz e. Ji ber meha rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Em vekirina akademîyê destpêkê li  Rêber Abdullah Ocalan û li hemû malbetên pakrewanan pîroz dikin."   Nisrîn axaftina xwe wiha da berdewamkirin: “Em bi saya ramanên Rêbertî gihîştin vê astê û ji bo berdewamiya vê têkoşîna xwe em li berxwe didin û vekirina akademiya me bi armanca parastin û perwerdekirina gelê taxê ye."   Her wiha dayika Pakrewan Rêdor axaftina xwe kir û got: "Ez bi şehadeta Pakrewan Rêdor şanaz im û silav li hemû malbatên Pakrewanan dikim. Em soz didin ku em ê xeta pakrewanan bidomînin."