Şandeya jinên Rojava li Silêmaniyê serdana Yekîtiya Jinên Kurd kir 2023-04-03 14:02:26     NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya jinên Rojava li Silêmaniyê serdana Yekîtiya Jinên Kurd kir   Şandeyek  jinan ku di nav de Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed jî heye, li Başûrê Kurdistanê ye û serdana Yekîtiya Jinên Kurd kir.   Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed li Başûrê Kurdistanê ye û bi şandeya Nûnertiya Kongreya Star a li Başûrê Kurdistanê re, li Silêmaniyê serdana Yekîtiya Jinên Kurd kir.   Endama rêveberiya Yekîtiya Jinên Kurd a Başûrê Kurdistanê Seywan Rostem derbarê serdanê de axivî û got; “Em hêvî dikin serdanên bi vî awayî zêdetir bibin û bibin sedema lihev nêzîkbûna jinên her çar parçeyên Kurdistanê. Hêzbûna me di yekbûna me de ye, pirsgirêka jinan li her çar parçeyên Kurdistanê yek tişt e, divê em hewl bidin bi hev re pirsgirêkên xwe çareser bikin. Wê yekîtiya me armancên me jî bi dest bixe.”   Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed jî axivî û got; “Me di civîna xwe de behsa rewşa jinan li Başûr, Rojava û parçeyên din ên Kurdistanê kir. Mijara jinan yek e. Çareserkirina pirsgirêka jinan bi yekbûna jinan pêkan e. Li Başûr û Rojava jî pirsgirêkek mezin a jinan heye, ji bo vê divê em sûdê ji ezmûnên hev bigirin. Li ser vê bingehê hêvîdar im di dema bê de kombûnên me çêbibin. Divê em li hemberî sîstema tund ku hezaran sal in jinan diçewisîne, piştgiriya hev bikin.”