Bi manşeta 'Çirûska Azadiyê' Xwebûn gihişt ber destê xwînerên xwe 2023-04-03 10:18:45     NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya heftane ya bi kurdî Xwebûn bi manşeta “Çirûska Azadiyê” gihişt ber destê xwînerên xwe.    Hejmara 172’yemîn a Rojnameya Xwebûnê ku heftane weşanê dike bi manşeta “Çirûska Azadiyê” vê heftê derket pêşberî xwînerên xwe. Rojnameyê di manşeta xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Di hejmara vê hefteyê de rojnameyê têkildarî rageşiya di navbera PDK û YNK’ê û biryara Dadgeha Tehkîmê ya Navneteweyî ya derheqê firotina neftê de hevpeyvînek hat amadekirin. Mijara zimanê dayikê û hilbijartin jî vê heftê di rojnameyê de cih girt.    Nivîsa "Di wêjeya zarokan de roman" ya Evîn Teyfûr, nivîsa "Lîderên olî" ya Încî Egîd, nûçeya Nevîn Alkan a "Evîne merdimî dawetê riha xa kerdêne" a derbarê rojnameger Evîn Buldan de bi kirmanckî hatî amadekirin û nivîsa Kewê Redkan a "Kurê diya min" vê heftê di rojnameyê de cih girt.