Li Helebê ji bo 4'ê Nîsanê panel hat lidarxistin 2023-04-02 15:12:14     HELEB - Bi boneya 4 ê Nîsanê ku rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e li taxa Şêxmeqsûd a bajarê helebê di pêşengiya YJC) û (TCŞ'ê de panêlek hat lidarxistin.   Bi boneya hatina 4'ê Nîsanê ku rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan le ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan (YJC) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ)  ya taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bi dirûşma " Rastiya Rêber Apo Rastiya me ye" panel Hat li darxistin. Panêl li Eywana MSD'ê pêk hat. Endamên YJC'ê û TCŞ'ê tevli panelê bûn.   Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiya Kurdistanê axaftina vekirinê hat kirin. Piştre ji aliyê endama ciwanên Helebê Nayle şêxo ve perspektîva li ser  Rêber Apo hate xwandin.   Piştre niqaş hatin kirin.  Endama Yekîtiya siporê Mecdolîn Îbo axaftin kir û got : “Em têkoşîna Rêberê PKK ê Abdullah Ocelan ya bi salan li dijî Komploya Navnetewî ji bo azadiya civaka kurd silav dikin.   Mecdolîn di axaftina xwe de got: “Têkoşîna Rêberê PKK ê Abdullah Ocelan têkoşîna azadî û demokrasiyê ye û di bingeh de ji bo xelasiya Gelê Kurd û bi taybet jina kurd e.  ji bo wê jî pêwîste hemû jin xwedî li têkoşîna rêber Ap derkevin û em weke ciwan em ê riya xebt û têkoşînê bidomînin."   Panel bi sînevîzona li ser jiyana Rêberê PKK'ê bi dawî bû.