Dê MKGP rapora binpêkirina mafên rojnamegerên jin eşkere bike 2023-04-02 11:07:14     NAVENDA NÛÇEYAN - Wê MKGP rapora xwe ya 3 mehan a sala 2023'yan a binpêkirina mafên rojnamegerên jin eşkere bike.   Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê ji sê mehan carekê rapora binpêkirina mafên rojnamegerên jin eşkere dike. Vê carê jî wê MKGP di 3'yê Nîsanê roja duşemê de li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya li Stenbolê saet di 11.00'an de, rapora xwe ya meha çile, sibat û adarê ya sala 2023'yan a binpêkirina mafên rojnamegerên jin eşkere bike.