Peyama Delegasyona 4'ê Nîsanê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe 2023-04-02 09:05:44     STENBOL - Parêzerên di heyeta Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê cih digirin diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ferze û gotin azadiya Ocalan ji bo rizgariya cîhanê pêngava ewil e.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 4’ê Nîsana 1949’an de li gundê Amara a Xelfetî ya Rihayê hat dinê îro ji bo hemû gelan wek vejîna nû tê venasîn. 24 sale Abdullah Ocalan li Îmraliyê di bin tecrîda giran de têkoşîna jiyanê dide û fikriyata wî li hemû cîhanê belav dibe. Gel ji bo azadiya wî ya fîzîkî li her derê daxwazên xwe tînin ziman.   Li Amed, Stenbol, Enqereyê di navbera 25-27’ê Çile de li dijî tecrîdê Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê hat avakirin.  Heyeta delegasyonê der barê tecrîda li ser Ocalan û girtiyan de gelek serdan pêk anîn. Heyetê 27’ê Nîsanê de rapora xwe aşkera kir û diyar kir ku azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan divê demildest pêk bê. Gelên ku di daxwaza xwe de bi biryarin niha ji bo 74’emîn Rojbûna Abdullah Ocalan xwe amade dikin.   Endama Koperatîfa Parêzerên Jin a IACTA ya Barselonayê Pauula Ponz û hiqûqnas Francîsca Perez yên di heyeta Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê de cih digirin der barê rojbûna rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de ji ajansa me re nirxandin kirin.   ‘Em ne rojekê her roj bibîr tînin’   Paula Ponz da zanîn ku hebûna Abdullah Ocalan û tecrîda li ser tê meşandin bibîrxistin girîng e û wiha vegot: “Abdullah Ocalan ji ber têkoşîna ji bo rizgariya gelan daye hatiye girtin. Em tenê di rojbûnê de ne her roj bibîr tînin. Em hemû hevalên ji bo cîhanek azad têdikoşin bibîr tînin.”   ‘Mekanîzma bêbandor in’   Paula balkişand ser makanîzmayên navneteweyî û wiha daxuyand: “Qaşo welatên demokratîk û mutefîkên wan  divê mafê mirovan biparêzin. Sazî û dezgeyên navneteweyî divê ji bo mafê mirovan têbikşin. Yên peymanên navneteweyî îmzekirine divê peywira xwe bînin cih û bêjin ku ferzên peymanan divê bê cih. Lê mixabin mekanizma bê bandor mane. Abdullah Ocalan ne tenê mifteya çareseriya pirsgirêka navbera kurd û tirkan de ye. Mifteya aştiyê ya Rojhilata Navîne. Her kesê bi wekhevî û azadiyê bawer dike divê ji bo rizgariya Ocalan têbikoşin. Rizgariya Ocalan pêngava ewil a rizgariya cîhanê ye.”   ‘Girtina Ocalan bandor li demokrasiye dike’   Parêzer Francîsca Perez, destnîşan kir ku hebûna Abdullah Ocalan bo kurdan girîng e û wiha axivî: “Girtina Ocalan her tim zilmê tîne. Polîtîka Tirkiyeyê ya li hember kurdan  û girtina Ocalan bandor li demokrasiye dike. Gelek siyasetmedarên mafên kurdan diparêzin niha girtîne. Polîtîka tecrîdê li ser hemû kurdan pêk tê. Rojbûna Abdullah Ocalan girîng e. Divê civaka navneteweyî zextên li ser kurdan bibinin. Divê civaka navneteweyî azadiya Ocalan daxwaz bike.”   ‘Divê têkoşîn bidome’    Francîsca, diyar kir ku divê tecrîda li ser Ocalan demildest bi dawî be û wiha dawî lê anî: “Ev du sale agahî jê nayê girtin. Ji bo tecrîd bê rakirin divê têkoşîn bidome. Ez banga yekitiyê dikim. Divê her kes li dijî tecrîdê bibe ye. Divê polîtîkayên dijhiqûqî û tecrîda dijmirovahî bê dîtin. Ev gelek girîng e. Hemû kesên ku rastiya tiştên li Gelê Kurd pêk tê dizanin divê bibin ye.”