Menîce Gulmez: Tecrîd bi tu awayî nayê qebûlkirin 2023-04-02 09:02:35     WAN - Ji bo 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan îsal bi pêşengiya KCD, DBP, TJA, HDP, MED TUHADFED'ê wê ber bi Amarayê ve meşek pêk bê. Amadekariyên meşê didomin. Cîgira Hevserokatiya Giştî ya PÎA'yê Menîce Gulmez bal kişand ser polîtîkayên tecrîdê û diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi tu awayî nikare bê qebûlkirin.   Kurd û dostên Kurdan îsal jî xwe amade dikin ku 74’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê  di bin tecrîda giran de tê girtin, li Îmraliyê pîroz bikin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîka Gelan (HDP), Komeleya Piştevaniya bi Girtî û Malbatên Girtiyan re (MED TUHAD FED), daxuyanî dan û diyar kirin ku  wê bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Abdullah Ocalan daran biçînin, bernameyên cuda pêk bînin û di fînalê de jî meşa Amarayê pêk bînin. Cigira Hevserokatiya Giştî ya Partiya Azadiyan û Mirovahiyê Menîce Gulmez der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.   Li dijî jinên Kurd polîtîkayên zextê zêde dibin   Menîceyê destnîşan kir ku heta têkoşîna hebûna jinê hebe wê êrîş hebin û wiha dirêjî dayê: “Piştî qetilkirina Jîna Emînî girtina jinan, darvekirin û êrîşên li hember jinan ên di protestoyan de zêde bûn. Rejîm hewl didin azadiya jinan sînor bikin. Azadiya jinan tê wateya hejandina kursiya rejîman. Em dikarin rejîma Îranê mînak bidin. Rejîma Îranê ji hebûna jinan ditirse. Ji windakirinê tirsiyan. Ji ber vê jî berê xwe didin polîtîkayên zext û çewisandinê.”   ‘Ya diyar bike têkoşîna jinan e’   Menîceyê da zanîn Abdullah Ocalan pêşiya jinan vekir û wiha dirêjî dayê: “Birêz Ocalan ji bo azadiya jinan perspektîf pêşniyar kir. Pêşiya jinan vekir. Jin bi ser ketin. Jin bi sedsalen e têdikoşin. Bi taybet jinên Kurd têkoşîna xwe dimeşînin. Piranî destkeftî bi têkoşîna xwe bi dest xistin. Bêguman bandora Birêz Ocalan gelek mezin e. Lê têkoşîna jinan jî gelek girîng e.”   ‘Tecrîd nikare bê qebûlkirin’   Menîceyê da zanîn ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bandor li ser hemû aliyên civakê kiriye û di vê mijarê de jî wiha got: “Tecrîda li ser Birêz Ocalan tu car nayê qebûlkirin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Gelê Kurd vê qebûl nake. Tecrîd di şexsê Ocalan de li ser hemû gelan hatiye kirin. Divê ev demildest bê rakirin. Di îslamê de cih ji polîtîkayên zextê re tune ye. Ev li dijî mafê mirovane li dijî îslamê ye.”   ‘Em girtina bi zorê ya jinan rast nabînim’   Menîceyê axaftina xwe wiha domand: “Divê li hember bawerî, cil û berg û jiyana mirovan rêzdarî hebe. Li Îranê gelek jin naxwazin serê xwe bigirin. Li Tirkiye jî li Ewropa jî vê dixwazin. Ez naxwazim bi zorê bi jineke girtî tiştek bê kirin. Her wiha girtina bi zorê ya serê jinan jî ne tiştekî rast e. Ez hem li gorî bawerî û hem jî wek mirov vê rast nabînim. Divê li dijî bawerî, fikr û jiyana mirovan rêzdarî hebe.”   Menîceyê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartinên di 14’ê Gulanê de pêk tên û got: “Ev hilbijartina herî krîtîk a 20 salên dawî ye. Divê hemû gele me bibin yek û piştgiriyê bidin berjewendiyên xwe. Ez ji bo pêşeroja gelê me yekîtiyê pêşniyar dikim.”