ROJEVA 02'YÊ NÎSANA 2023'YAN 2023-04-02 09:00:00     * Evîn Buldan di rojnivîska xwe de digot: “Gurbetelliyê nîşanê me da ku rastî di taritiyê de namînin û têkoşîna mezin çawa tê dayîn nîşan da. Em ê pênûsa wê li erdê nehêlin.” Niha jî bi sedan rojnamegerên jin pênûsa Evînê girtin û li dijî taritiyê pêy heqîqetê ketin. PORTRE    * Ji bo 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan îsal bi pêşengiya KCD, DBP, TJA, HDP, MED TUHADFED'ê wê ber bi Amarayê ve meşek pêk bê. Amadekariyên meşê didomin. Cîgira Hevserokatiya Giştî ya PÎA'yê Menîce Gulmez bal kişand ser polîtîkayên tecrîdê û diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi tu awayî nikare bê qebûlkirin. DÎMEN HEYE   * Aktîvîsta TJA’yê Hamîde Goktaş diyar kir ku Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rojbûna gel e û her kesî vexwend meşa Amarayê. BI DÎMEN    * Parêzerên di heyeta Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê cih digirin diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ferze û gotin azadiya Ocalan ji bo rizgariya cîhanê pêngava ewil e.