ANYAKAYDER’ê rojbûna Rêberê PKK’ê pîroz kir 2023-04-01 20:09:26   STENBOL - Jinên ANYAKAYDER’ê di çarçoveya 74’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de paste birîn û ligel stranan govend gerandin. Di pîrozbahiyê de ev peyam hat dayîn: “Em di çarçoveya 4’ê Nîsanê de di serî de serokatiya xwe, şehîdan, gele xwe û hemû kesên têdikoşin pîroz dikin. Serokatiya me jiyana me ye pêşeroja me ye. Serkeftin.”   Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Xizmên xwe Windakirine yên Anatolyê (ANYAKAY-DER)  li avahiya komeleya xwe ya li Şîrînevler bi wesîla 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîrozvahiyek pêk anîn. Hevserokên ANYAKAYDER’ê Evîn Genç û Ayhan Yildiz û gelek kes tevli bûn.    Welatiyên tevli pîrozbahiyê bûn bi yek dengî diyar kirin ku divê tecrîda li ser Ocalan bidawî be û bi awayekî fîzîkî azadiya wî pêk bê. Piştî vê paste hat birîn.    Di dema birîna pasteyê de axaftinek hat kirin û wiha hat gotin: “Em di çarçoveya 4’ê Nîsanê de di serî de serokatiya xwe, şehîdan, gele xwe û hemû kesên têdikoşin pîroz dikin. Serokatiya me jiyana me ye pêşeroja me ye. Serkeftin.”    Bername bi stranên Kurdî, çepik û tilîliyan dawî bû.