Serhildana ‘Jin jiyan azadî’ dewam dike 2023-04-01 13:45:44     NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana "Jin jiyan azadî" ya li rojhilatê Kurdistan û Îranê tevî êrişên hêzên Îranê jî bi çalakiyên cûr be cûr dewam dike.   Serhildana "Jin jiyan azadî" ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bê navber dewam dike. Tevî kuştin, darvekirin, girtin û gefên desthilata Îranê jî serhildan bê navber bi çalakiyên cûr be cûr dewam dike. Duh bi şev jî çalakî bi awayên cûda dewam kir.   Li gorî dîmenên hatine belavkirin, xwepêşanderan li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistan, Belûçistan û Îranê dirûşmeyan berz kirin, li kolanan agir pêxistin, pankartên hikûmetê şewitandin û dirûşmeyan ku dê têkoşîna wan heta dawiyê bidome berz kirin.   Hêzên hikûmet û Besîciyan ji bo rê li ber belavbûna xwepêşandanan bigirin, êrişên xwe yên li ser jinan berdewam dikin û li gelek cihan gef li jinan dixwin.   Tevî hemû zext û gefên desthilatdarê Îranê jî jin, ciwan li qadanin û dijî destilatê bê navber dirûşmeyên azadiyê diqêrin.