Hevseroka OHD’ê Esra Bîlen: Divê CPT daxuyaniyê bide 2023-04-01 09:13:19       Marta Somek    STENBOL- CPT di rapora xwe ya 2022’a n de der barê Îmraliyê de tu agahî parve nekiribû. Bertekên li dijî vê iddomin.  Hevseroka OHD’a Stenbolê Esra Bîlen diyar kir ku komîteyê di salên 92-96’an de bêyî girêdayî Tirkiyeyê bimîne, daxuyaniyên xwe didan û got: “Niha jî divê CPT girêdayê destura Tirkiyê nemîne û daxuyaniyê bide. Em di demek wisa de ne. Em hiqûqnas heta ku tecrîd neyê bidawîkirin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 24 sale li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin ji 25’ê Adara 2021’ê de tu agahî jê nayê girtin.  Serlêdanên malbatan û parêzeran bi hincetên cuda tên astengkirin.    Hemû serlêdan bê bersiv dimînin   Ji Kurdistan, Tirkiye û her çar alî cîhanê, parêzvanên mafên mirovan, hiqûqnas, siyasetmedar ji bo hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin serlêdan kirin û name şandin. Lê bersiveke erênî an jî neyînî nehat dayîn.  Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) di 10’ê Hezîrana 2022’an de bi 775 parêzerî re serî li Serdozgeriya komarê ya Bursayê û Wezareta Dadê dan. Lê bersivek nehat dayîn. OHD’a Stenbolê di 21’êMijdara 2022’an de serlêdan kir. Piştre hemû parêzerên OHD’ê li her bajarî serlêdan kirin.   Di rapora CPT de Îmrali tune ye   Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), Rapora Giştî ya 32'yan ku 1'ê Çileyê-31'ê Kanûna 2022'yan di nav xwe de dihewîne, aşkera kir. Di raporê de hatiye diyarkirin ku serdana Girtîgeha Îmraliyê hatiye kirin, lê di raporê de der barê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim de tu agahî tune ne.   Sûcê îşkencê!   Hevseroka OHD’a Stenbolê Esra Bîlen rapor nirxand. Esrayê di nirxandina xwe de da zanîn ku helwesta Tirkiyeyê ya li hember Îmraliyê dişibe rêbazên cezakirinê yên paşverû û wiha dirêjî daye: “Ji ber ku bi helwesta tolgirtinê nêz dibin. Bi salane tecrîdek giran li Îmraliyê mijara gotinê ye. Ev du sale tu agahî ji Îmraliyê nayê girtin. Ne parêzer ne malbat dikarin hevdîtinê bikin. Ev sûcê îşkencê ye. Qedexeya îşkencê tê binpêkirin.   ‘Divê daxuyaniyekê bide’   Esrayê detsnîşan kir ku rayedarên di bin sedema berdewama tecrîdê jî sûcê îşkencê dikin û wiha got: “Îşkence qedexe ye. Divê ev qedexa îşkencê neye binpêkirin. Divê CPT demildes der barê serdanê de tespîtên kirine ragîhîne. Peywira wan ev e. Divê der barê binpêkirina mafan ya li Îmraliyê de demildest daxuyaniyek bê dayîn. Komîteyê di salên 92-96’an de bêyî girêdayî Tirkiyeyê bimîne, daxuyaniyên xwe didan. Niha jî divê CPT girêdayê destura Tirkiyê nemîne û daxuyaniyê bide. Em di demek wisa de ne.”   Esrayê di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “ Em hiqûqnas heta ku tecrîd neyê şikandin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em bang li CPT dikin ku daxuyaniyekê bidin. Divê hemû alî di alî bidawîkirina tecrîdê de bi israr bin. Parêzvanên maf, sosyalîst, şoreşger û gel divê dengê xwe bilind bikin.”