‘CTP ya rapora tecrîdê weşandiye tu bandora wê nema ye’ 2023-04-01 09:03:15     Melek Avci   ENQERE - Margaret Owen bertek nîşanê ku CPT rapora serdana Îmraliyê aşkera nekiriye da û da zanîn ku saziyên navneteweyî jî bandora xwe winda kirine û wiha got: “Ev bêdengiya me, me dike hevkarê îşkenceya li Ocalan tê kirin. Divê ev serdan ji gelê Kurd û hemû mirovan re bê aşkerakirin.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 24 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin ji 25’ê Adara 2021’ê de agahî jê nayê girtin.  Tevî hemû serlêdanan bi awayekî kêfî hevdîtin tên qedexekirin.   Komîteya Pêşîgirtina Tecrîdê ya Ewropayê (CPT) diyar kiribû ku di îlona 2022’yan de çûye serdana Îmraliyê lê negotibû ka bi Ocalan re hevdîtin kiriye yan na. Der barê serdanê de rapora amade kiribû di civîna lijneya giştî ya 110’emîn a di navbera 6-10’ê Adarê de li Strasbourgê pêk hatibû, komîteyê qebûl kiribû.   Xwediya Nîşana Împaratoriya Brîtanya, parêzvana maf û parêzer Margaret Owen bêdengiya CPT ji JINNEWS’ê re nirxand.   ‘Hemû kanalên hiqûqî hatine binpêkirin’   Margaret da zanîn ku ji ber agahî ji Ocalan nayê girtin fikar zêde dibin, hemû kanalên navneteweyî hatine binpêkirin û got: “Du sal in agahî jê nayê girtin. Ev rewşek bi fikar e. Ev binpêkirina peymanên navneteweyî, binpêkirina Peymana Mafê Mirovan a Ewropa û binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Her girtî xwedî maf in. Divê malbat û parêzer bikaribin serdanê bikin. Lê niha yek agahiyek ji Ocalan nayê girtin. CPT çû Girava Îmraliyê. Di navbera 20-29’ê îlonê de 8 rojan li wir bû. Bi rayedarên hikûmeta Tirk re hevdîtin kir. Lê bi qasî me fêm kiriye Ocalan qet nedîtine. Ev bi me re parve nekirine.”   Margaret daxuyakirin ku CPT’ê rapor aşkera nekirine û got ev mirovan matmayî dihêle û wiha anî ziman: “Dewletê Peymana Ewropa ya Der barê Pêşîgirtina Îşkenceyê de îmze kirine divê demildest dengê xwe bilind bikin û hewl bidin ku serlêdanên ji bo hevdîtinê tên kirin, pêk bên û hevdîtin dest pê bikin. Divê dewletên endam raporek lezgîn daxwaz bikin.”   Ocalan ji bo aştiyê aktorekî girîng e   Margaret wiha dirêjî daye: “Ji bo çareseriya mayînde divê Ocalan tevli pêvajoya aştiyê bê kirin. Lê berovajî vê li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin. Ocalan ji bo aştiyê aktorekî pir girîng e. Ji bo aştiyê cihê wî pir girîng e. CPT bi vê nêzîkatiyê piştgiriyê dide îşkenceyê. Lê peywira wan ev e ku pêşî li tecrîdê û îşkenceyê bigire. Lê mixabin faliyetên xwe nake, peywira xwe nayne cih û raporên xwe aşkera nakin. Her wiha bêdengiya me ya qada navneteweyî  me jî dike hevkarê îşkenceyê. Hem CPT û hem jî OPCW di vê rewşê de karasetek mezin in. Heyeta CPT çû Îmraliyê. Lê divê ev serdan ji gelê Kurd û mirovan re aşkera bikira. Divê herkesi xwe bigîhanda wê raporê.”   ‘Divê her kes têbikoşe’   Margaret di berdewamiyê de balkişand ser bêdengiya qada navneteweyî û wiha dirêjî daye: “Pêkan e ev bêdengî bê şikandin û daxwazên xurt bên kirin. Carnan protesto pir bi bandor nabin. Sedema vê jî ev e ku mirov rastiyan nizanin. Nizanin Ocalan kî ye û hêviyek çawa dide. Ez carinan neyînî difikirim lê hêviya xwe winda nakim.  Divê li her derê cîhanê jin û mêr têbikoşin. Ji bo modela civakek baş divê Ocalan bê berdan. Ev ji bo hemû gelên cîhanê û hemû gelên Rojhilata Navîn pir girîng e.”