Jinên di bin parastinê de di hilbijartinê de wê agahiyên wan bê veşartin 2023-03-31 19:52:22   NAVENDA NÛÇEYAN- Jinên ku biryara wan ya parastinê heye, yên li stargehan dimînin, yên ji stargehand erketine û navnîşan guherîne, 17’ê Adarê şûnde, serî li lijneyên hilbijartinê bidin wê agahiyên wan yên şexsî bên veşartin.    Di hilbijartinên Giştî yên Parlamenterî û hilbijartinên serokomariyê de piştî 17’ê Adarê jinên neçar mane navnîşanê biguherin, yên ji stargehan derketine an jî nû çûne stargehan, serî li lijneyên hilbijartinê bidin wê agahiyên wan yên şexsî bên veşartin.   Di lîsteyê de wê tenê sernavê wan hebe     Li ser serlêdana Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çati, Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) biryar da. Li gorî vê jinên biryara wan ya parastinê hene û serî li lijneya hilbijartinê bidin wê agahiyên wan veşartî bin û nav û paşnavê wan tenê bi tîpa ewil bê dayîn.