Ciwan bûn mîvanê sifra fitarê ya malbata Şenyaşar 2023-03-31 20:25:14   RIHA- Meclîsa Ciwanan a HDP’ê, DOM û Koma Barîkat di roja 739’emîn a Nobeta Edeletê de bû mîvanê sifra fitarê ya malbata Şenyaşar.   Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşarê di roja 739’an de berdewam dike. Malbat ji ber meha Remezanê fitara xwe jî li ber edliyê vedike. Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclîsa Xwendekarên Demokratîk (DOM) û Komara Barîkat a Rihayê ya Amedsporê bû mîvanê sifra fitarê ya malbatê.   Li ser navê meclîsa ciwanan û DOM’ê Muhsîn Aydin axivî û diyar kir ku heta têkoşîna edeletê ya malbatê bidome wê ligel wan bin.   Ferît Şenyaşar jî da zanîn ku daxwaza wan edelete û wê bi hev re edeletê bînin vê erdnîgariyê.