Jeannah Danys ya winda biguman jiyana xwe ji dest da 2023-03-31 18:18:03   NAVENDA NÛÇEYAN- Xizmên Jeannah Daynys Dînabongho Ibouanga ya biguman jiyana xwe ji dest da, diyar kirin ku heta mirina biguman ronînebe wê cenazê negirin.   Jeannah Daynys Dînabongho Ibouanga ya li Zanîngeha Karabukê pola amadekariyê ya Endezyariya Makîneyê dixwend ji şeva şemiyê de agahî jê nedihat girtin. Xwişka wê agahî da rayedaran û xebat hatin destpêkirin. Roja 26’ê Adarê li nêzî Yeşîlkoy li li Çemê Fîlyos  cenaza wê hat dîtin.   Serdozgeriya Komarê otopsiya li Nexweşxana Lêkolîn û Perwerdê ya Karabukê hat kirin, aşkera kir û diyar kir ku Jeannah Danys di encama fetisandinê de jiyana xwe ji dest daye.   Her wiha hat diyarkirin ku der barê mirina biguman de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Xizmên Jeannah Danys diyar kirin ku heta ku ev bmirina biguman neye ronîkirin wê cenazeye negirin û xwestin rayedar der barê mijarê de agahdarkirinê bikin.