Girtina 23 kesan li Rihayê hat protestokirin 2023-03-31 16:08:12     RIHA - Girtina 23 kesan li Rihayê bi dirûşma "Êriş nikarin me bêzar bikin" hat protestokirin.    Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 27’ê adarê de hevserok û rêveberên HDP û DBP’ê jî di nav de 24 kes hatibûn binçavkirin. Ji van 24 kesan 23 kes hatin girtin. Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çep a Kesk, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan a Rihayê kom bûn û girtina 23 kesan protesto kirin.    Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan diyar kir ku li Rihayê erdhej û lehiyên wek karesatê çêbûne û kesên bajêr bi rê ve dibin li şûna ku çareseriya ji gel re peyda bikin lê bi çêkirina komployan û lîstokan re mijûl in û got: "Rêveberên saziyên bajêr dest ji karê xwe berdane û ketine pey operasyonên qirkirina siyasî li dijî wan pêk tînin. Hevalên wan xebatên partiyên siyasî dikin û adeta li dijî partiya me mîzansen tên çêkirin û rêveberên bajêr dixwazin xebatên partiyên wan bên astengkirin. Em ê li ber van operasyonan û girtinan serî netewînin."   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Êriş nikarin me bêzar bikin” bi dawî bû.