Li Amedê 30 hezar malbat pirsgirêka starbûnê dijîn! 2023-03-31 09:03:11     Rojda Aydin   AMED - Li Amedê welatiyên erdhêjê ku konbajara li qerexa Çemê Dîcle hatibûn danîn de diman, di 15’ê adarê de ji ber lehiya ku rabû li cihên cuda ên bajêr hatin bicihkirin. Her wiha hat zanîn ku nêzî 30 hezar malbat hêj pirsgirêka starbûnê dijîn.   Erdhêjên ku navenda wê Mereş bû di 6’ê Sibatê de pêk hat, li 11 bajaran bû sedema hilweşandinek giran. Di erdhêjê de nêzî 50 hezar welatî jiyana xwe ji dest dan û bi sed hezaran welatî jî birîndar bûn. Li Amedê ku yek ji bajarên ku di erdhejê de wêranî pêk hat, zêdeyî 400 kesan jiyana xwe ji dest dan û 7 jê li navenda bajêr 12 avahî hilweşiyan. Li navçeyên Rezan, Peyas û Yenişehîrê ya Amedê bi hezaran awayî xisar dît. Li gorî lêkolînên dawî, li bajêr 8 hezar û 100 avahî bi giranî û hindik zirar dîtine, bi deh hezaran malbat jî bi pirsgirêka starbûnê re rû bi rû ne.   Rayedaran guh nedan bangawaziyan   Welatî ku bi rojan pirsgirêka starbûnê dijiyan niha jî heman pirsgirêkan dijîn. Bi avakirina konbajêr a li qiraxa Çemê Dîclê xwestin pirsgirêkan çareser bikin. Li vir ji bo 9 hezar kesî 2 hezar û 500 kon hatin danîn. Ligel nirxandinên pisporan, hişyariya sazî û dezgehên sivîl li vir nêzî 350-400 kes hatin bi cihkirin. Di 15’ê adarê de ji ber barana zêde lêhî rabû welatiyên ku li vir mayî bi derfetên xwe ji wir derketin.    Welatî li yûrdan hatin bicihkirin   Hinek welatî jî li Navenda Rehabîlîtasyonê ya Yeşîlayê, salonên werzîşê yên girtî û yûrdan hatin bicihkirin. Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê ku dixwaze derbarê welatiyan de agahiyan bigire, ji ber astengiyan nikare agahiyan bi dest bixe.   30 hezar malbat hîn jî pirsgirêka starbûnê dijîn   Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin hin ji mexdûrên erdhejê piştî lehîyê li bajêr li 3 yûrdên xwendekaran hatin bicihkirin. Her wiha hat gotin ku pêdiviyên welatiyan ji aliyê Şaredariya Yenîşehirê û Qeymaqemê Yenîşehîrê tê temînkirin. Her wiha hat destnîşankirin ku li bajêr nêzî 30 hezar malbat pirsgirêkên starbûnê dijîn.   Hat îdîakirin ku dê kon bên rakirin   Her wiha ligel bangan jî rayedarên ku konbajar li qerexa Çemê Dîcle avakirin, hat îdîakirin ku dê ev kon bajêr bên rakirin. Ji bo avakirina konbajar 125 mîlyonan hat xerçkirin. Konbajara ku ji hêla AFAD, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, DÎSKÎ û DEDAŞ'ê hat avakirin tenê 23 rojan li ser piyan ma.