Li Yozgat û Artvînê tundiya mêr 2023-03-30 19:31:30   NAVENDA NÛÇEYAN- Li Yozgatê jina bi navê Rabîa Temel ji aliyê mêrê ku di asta berdanê de bû ve hat qetiklirin. Li Artvînê jî jina bi navê Canan Bokurt ji aliyê mêrê pê re zewicandî ve hat qetilkirin.   Li Yozgatê Mehmet Temel jina bi navê Rabîa Temel ya 28 salî ku pê re zewicandîbû û di asta destberdanê de bû qetil kir. Herwiha dayika Rabîayê, Guler G jî bi giranî birîndar bû. Hat hînbûn ku gumanbar hatiye girtin.Cenaza Rabîayê li Yozgatê hat definkirin.    Li navçeya Ardanuç a Artvînê jî mêrê bi navê Ozer Bozkurt hevjîna xwe Canan Boz  bi çeke qetil kir.  Hat hînbûn ku gumanbar bi heman çekê gule berdaye xwe û jiyana xwe ji dest daye.