Li Mahabadê bîranîn: Berxwedan wê bidome 2023-03-30 16:54:13     NAVENDA NÛÇEYAN - Xizm û kesên li ser gorên kesên ku li Mehabadê di êrîşên rejîmê de jiyana xwe ji dest dane kom bûn, bi dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” banga mezinkirina berxwedanê kirin.   Çalakiyên bi pêşengiya jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin, dewam dikin. Kesên ku tevî hemû êrîşên rejîmê jî kolan neterikandin, diyar kirin ku heta şoreş çêbibe ew ê li ber xwe bidin. Ciwanên ku di encama êrîşa rejîmê de jiyana xwe ji dest dabûn û li goristana Mehabadê hatibûn definkirin, li ser  gorên xwehatin bibîranîn. Xizmên şehîdan û gel li goristanê li hev civiyan û dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û "Bimre dîktator" bilind kirin. Malbatan bang li hemû civakê kirin û soza berdewamkirina berxwedanê li ser gorên xizmên xwe dan.