Ji siyasetmedarên girtî peyama hilbijartinê: Bi hev re em ê azad bibin 2023-03-30 13:01:36     ENQERE - Partiya Çep a Kesk bi dirûşma “Dîsa Em” û “Em li vir in, em ê bi hev re biguherînin” beyannameya xwe ya hilbijartinê aşkera kir. Peyamên siyasetmedarên girtî di civînê de hatin xwendin û wiha hat gotin: "Bi hev re em ê azad bibin."    Partiya Çep a Kesk starta Hilbijartinên Serokkomarî û Giştî bi eşkerekirina Beyannameya Hilbijartinê da. Beyanname, bi civîneke lansman a li hotêleke Enqereyê hate eşkerekirin. Di civînê de peyama siyasetmedarên girtî jî hatin xwendin.    'Em ê encamê diyar bikin'   Fîgen Yuksekdag: Rêhevalên hêja û dostên hêja; Bi coş û hesret silav ji we hemûyan re. Her çend em weke siyasetmedarên jin û girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Kandirayê niha ne li cem we bin jî em dizanin ku hevgirtina me li her derê tê hîskirin. Em li ku dibin bila bibin jî, em li beranberî zilmêbin jî em ê hertim li azadiyê binêrin. Em ê encama vê têkoşîna dîrokî diyar bikin, jiyan û rûmeta mirovahiyê bilind bikin. Bi dest û lingên tazî, bi xemgînî û hêrs, bi evîn û dilovanî, bi serhişkî û berxwedanê, em ê hesabê ku tê xwestin ji bîr nekin û jiyanê biguherînin. Silav ji dildarên ku deriyên azadiyê vekirine."   'Jin, jiyan, azadî'   Ayla Akat Ata: Pêkhateyên hêja yên Tifaqa Ked û Azadiyê; Hevserok, rêveber û endamên partiya me yên birêz, di rastiya zindana ku yek ji qadên şerê lêgerîna edalet û heqîqetê ye, we hemûyan bi rêzdarî û hezkirin silav dikim. Di encama polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê de, em bi barê giran û bi dayîna berdêlên  giran ber bi hilbijartinên 2023’an ve diçin. Tişta ku vî barî sivik dike ew e ku em bi têkoşîn û hewldaneke watedar di dîroka Siyasî ya Tirkiyeyê de, bi pergala "Hevserokatiyê" di hilbijartina 14'ê Gulanê de em ê komara Tirkiyeyê veguherin komareke demokratîk. Em di wê baweriyê de ne ku siyaseta me ya ku navnîşana hêviyê ye ji bo her kesê ku li ber xwe daye, daxwaza jiyanek wekhev, azad û adil dike û dibêje “Ez li vir im” dê tevkariyeke mezin ji bo bidestxistina cewhera demokratîk a Komarê bike.  Em di wê baweriyê de ne ku Sîstema Serokatiyê ya ku di cîhanê de yeke, wê di bin pêşengiya aqil û zanistê de, di pêşengiya jin û ciwanan de ji tarîtiya li ser welat derbas biqetîne. Em li cem partiya xwe û namzetên xwe ne. Pîroz be û serkeftinê ji we re dixwazim. Bi hev re em ê azad bibin. Jin, jiyan, azadî.   'Em ê bi hev re jiyaneke nû ava bikin'    Sebahat Tuncel: Hevserokên me yên hêja, nûnerên hêja yên Tifaqa Azadî û Kedê, gelê me yê bi qîmet, jinên di têkoşîna wekhevî û azadiyê de li eniya pêş cihê xwe girtin, ciwanên me, hemû rêhevalên me ez we bi coşa rêhevaltiya jinê û xweşikbûna jinê silav dikim. Di demeke nêz de erdhejeke mezin û birînên kûr vekir çêbû. Êş û hêrsa me gelekî zindî ye. Dema hesabpirsînê ya ji zihniyeta ku gelê me di bin kavilan de hişt, hatiye. Ji bo em li dijî pergala kapîtalîst a mêr li dijî polîtîkayên faşîst jiyaneke azad, demokratîk û wekhev ava bikin em hatin gel hevdu. Ji bo em bi hev re jiyaneke nû ava bikin em hatin gel hevdu. Ew ê 14'ê Gulanê ji bo vê yekê destpêkek be. Di vê rêwîtiyê de em ji hemû rêhevalên xwe serkeftinê dixwazin. Jin, jiyan, azadî.   Ji xeynî jinên ji ber doza Kobanê di girtîgehan de ne peyama Îdris Baluken jî hat xwendin.