Ji girtiya bi navê Elif Atdemir xeber nayê girtin 2023-03-30 11:05:16     WAN - Malbata girtiya bi navê Elif Atdemir a li Girtîgeha Jinê ya Bunyana Kayseriyê dihat girtin diyar kir ku bi ser qawişê de hatiye girtin û gardiyanan li Elîfê xistine. Malbatê da zanîn ew nikarin xwe bigihêjin Elîfê.    Ji girtiya bi navê Elif Atdemir a li Girtîgeha Jinê ya Bunyana Kayseriyê dihat girtin xeber nayê sitendin. Bi rêya xizmên girtiyeke din a girtîgehê agahî ji bo malbata Elîfê hat dayin. Malbata Elîfê xwe gihand ajansa me û diyar kir ku ew her roja duşemê bi Elîfê re diaxivîn lê belê vê mehê ev hevdîtina bi telefonê pêk nehatiye.    Malbata Elîfê bang kir   Malbatê da zanîn ku ew derbarê rewşa Elîfê de bi fikar in û binpêkirina mafên li girtîgehan bi bîr xist. Malbatê ragihand ku bi ser qawişan de tê girtin gardiyanan di wê kêliyê de li Elîfê xistine û ew ji Elîfê xeberê nikarin bigirin.    Malbatê bang li raya giştî kir û xwest binpêkirin zext û zordestiyên li ser girtiyan bi dawî bibin.    11 sal û 4 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn   Elîfa ji Qelqeliya Wanê ye di 2016'an de hat girtin. Piştre ew şandin Girtîgeha Jinê ya Amedê. Bi iddiaya "endamtiya rêxistinê" Elîfê hat darizandin û 11 sal û 4 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Di 2022'yan de ji Girtîgeha Jinê ya Amedê sirgunî Girtîgeha Jinê ya Bunyanê hat kirin.