OHD bû mîvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşar 2023-03-29 21:37:11   RIHA- Malbata Şenyşar di roja 737’emîn Nobedeta Edeletê de îro ji ber bahozê li restoranta ber edliyê fitara xwe kir û OHD’a Rihayê îro di fitarê de ligel malbatê bû.   Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edeletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 737’an de berdewam dike.   Her roj li ber edliya sifra fitarê tê danîn û îro ji ber bahozê li restoranda ligel edliyê hat vekirin. Emîne Şenyaşar, Ferît Şenyaşar û endamên OHD’ê tevli fitarê bûn.  Ferît Şenyaşar piştî fitarê daxuyaniyek da û diyar kir ku têkoşîna wan 5 sale didome û parêzerên endamên OHD’ê tu car ew tenê nehiştine.     Hevserokê OHD’a Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke jî axivî û da zanîn ku ew îro bûne mîvanê malbatê û her tim ligel têkoşîna edeletê ya malbata Şenyaşar bûne û wê ji vir şûnde jî her tim ligel wan bin.