Li Wanê ji bo xebatên hilbijartinê eleqe zêde ye 2023-03-29 16:48:51   WAN - Hevkarên TJA'yê di çarçoveya kar û xebetên ji bo hilbijartinê de bi jinan re hatin gel hev û gotin, "Wê ji bo 14'ê Gulanê hêza diyarker jin û kurd bin."   Li Wanê Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), çarçoveya xebatên ji bo hilbijartina 14'ê Gulanê de li Taxa Bostan îçî ya navçeya Rêya Armûşê bi jinan re hatin gel hev. Cîvîna ku li maleke taxê pêk hat gelek jin ji taxê tevli bûn.   Hêza diyarker wê jin û kurd bin   Di cîvîna ku jinan eleqeyeke mezin nîşan da de di serî de Hevseroka Bajêr a HDP'ê Handan Karakoyun axivî û got ku ew di 14'ê Gulanê de bi Partiya Çep a Kesk re bikevin hilbijartinê. Handan diyarkir ku di hilbijartinê de hêza diyarker wê jin û kurd bin û berdewam kir, "Gelê kurd li dijî polîtîkayên tundiyê têkoşîneke mezin dide. Di vê hilbijartinê de jî em ê bi hevre bixebitin û bi hev re bi ser kevin. Kurd û jin piştgiriyê bidin kê wê ew bi ser kevin."   'Kurd mafên xwe dixwazin'   Gullu sarica ya ku yek ji jinên li taxê ye jî got, "Kurdan piştgirî daye avakirina komarê û ger ku wê demê temînatek bida wan wê îro destkeftiyeke wan jî hebûya. Em kurd aştiyê dixwazin û şer naxwazin. Em mafên xwe dixwazin."   Jinên ku ji taxê veqetiyan wê li taxeke din xebatên xwe berdewam bikin.