Semînerek li ser jiyana Abdullah Ocalan hat lidarxistin 2023-03-29 15:48:32     HELEB - Ji bo rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan îro li Taxa Şêxmeqsûdê, semînerek hat dayîn.   Di bihara sala 1949’an de, zayîna jiyaneke nû li ser xaka Kurdistanê zindî bû. Navê vejîna nû rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bû.  Rojbûna Abdullah Ocalan, hêza wateyê û jiyana bi rûmet afirand. Abdullah Ocalan, di temenê zarokatî de jiyan xiste ber lêpirsînê. Ji bo bigihêje bersiva vê lêpirsînê, nakokiyên mezin jiya û dev ji xwegîhandina xeyala jiyana azad berneda. Abdullah Ocalan, ji bo jina Kurd, gelê Kurdistanê û tevahî gelên li ser erdnîgariya Mezopotamiyayê, bû dîrok, hêvî û baweriya bi jiyana wekhev û azad. Bi rojbûna Abdullah Ocalan re, li Kurdistanê, bedena ruh ji dest dayî ruh pê hat. Li ser vê bingehê bi munasebeta rojbûna Abdullah Ocalan îro ji aliyê Şaredariya gel a li taxa Şêxmeqsûdê semînerek hat dayîn. Semîner li lîstgehê ya bi navê "Lîstgeha berxewdana Şêxmeqsûd" ya ku li milê xerbî yê taxê dikeve ji aliyê Endama Akademiya Civaka Demokratîk Welîd Bekir ve hat dayîn. Di semînerê de endamên şaredariyê amede bûn.   Piştî deqeyeke rêzgirtinê, dest bi semînera li ser jiyana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin.    Beşdaran bal kişandin ser jiyana Abdullah Ocalan û wiha hat gotin:"Abdullah Ocalan 4’ê Nîsana 1949’an li gundê Amarayê yê bi ser navçeya Rihayê, Xelfetiyê hat dinê. Navê diya wî Uveyş û bavê wî Omer e. Dibistana seretayî li gundê Cibinê xwend. Dibistana navîn li Nizîpê xwend û li Enqereyê dibistana Tapû Qedestro qedand. Sala 1969’an li Amedê dest bi karmendiyê kir. Paşê tayîna xwe rakir Stenbolê û li wir dest ji kar berda navê xwe li zanîngeha Huqûqê nivîsî. Li Enqereyê navê xwe li Zanîngeha Ilmê Siyasî nivîsî. 30’ê Adara 1972’yan şoreşgerên bi navê Mahir Çayan û hevalên wî li Kizildereyê hatin şehîdxistin. Ocalan pir di bin bandora vê komkujiyê de ma û ji bo vê, 7’ê Nîsanê di çalakiya şermezarkirina vê komkujiyê de cih girt. Ocalan di vê çalakiyê de hat binçavkirin û bi qasî 7 mehan di zindanê de ma. Ocalan li Enqereyê demekê Serokatiya Komeleya Perwerdeya Bilind a Demokratîk a Enqereyê kir. Piştre bi koma hevalên xwe re di sala 1975’an de biryar dan xebatê êdî li Kurdistanê bimeşînin. 27’ê Mijdara 1978'an Ocalan û hevalên xwe li gundê Fîsê yê Licê biryara avakirina PKK'ê dan.PKK'ê kongreya xwe ya duyemîn di 1982’yan li Lubnanê pêk anî û li vir biryara vegera welat hat dayîn. Bi pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an şerê çekdarî li Kurdistanê dest pê kir. Ocalan 9’ê Cotmehê neçar ma ji Sûrîyeyê derkeve û berê xwe bide Ewropayê. Ev destpêka komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan bû. 15’ê Sibata 1999’an di serî de Emerîka û Îsraîlê gelek dewletan bi hev re Ocalan li Kenyayê radestî dewleta tirk kirin."