Kamyonên alîkariyan ber bi Heleb û Şehbayê ve bi rê ketin 2023-03-29 14:19:20     NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî 21 rojan ji astengkirina hikumeta Şamê, 30 kamyonên alîkariyên mirovî ji herêmên Rêveberiya Xweser ber bi Heleb û Şehbayê ve bi rê ketin.   Karwanê alîkariyan ê ji 30 kamyonan pêk tê, di deriyê Tayihe (di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên hikumeta Şamê de ye) ber bi taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û herêma Şehbayê ve bi rê ketin.   Karwanê alîkariyan ji alîkariyên ku xelkê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê û xelkê Kobanê ji bo mexdûran kom kiribûn, pêk tên û di nav de pêdiviyên bingehîn ên jiyanê hene.   Alîkariyên xelkê Silêmaniyê 21 rojan, yên xelkê Kobanê jî 3 rojan li deriyê Tayihe hatibûn rawestandin û hikumeta Şamê destûra derbaskirina wan nedida.