Malbata Şenyaşar: Ji bo jiyaneke mirovî em edaletê dixwazin 2023-03-29 13:13:15     RIHA - Malbata Şenyaşar ku li ber edliyeya Rihayê çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê didomîne li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Ji bo jiyaneke mirovî em edaletê dixwazin.”   Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 737’an de berdewam dike.   Malbata Şenyaşar li mala xwe ya navçeya Pirsûsê ya Rihayê hat li ber Edliyeya Rihayê û li vir pankarta ku li ser, “Ji bo malbata Şenyaşar edalet” dinivisî daliqandin û çalakiya xwe domandin. Malbata Şenyaşar tekildarî nobeda xwe li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Ji bo jiyaneke mirovî em edaletê dixwazin, ji bo edaletê jî em rêveberiyeke adil dixwazin. Edî bes e.”