Serdanên ji bo malbata Şenyaşar didomin 2023-03-28 20:12:46   RIHA - Malbata Şenyaşar ku li ber edliyê di çalakiya nobeda edaletê de ye fitara xwe jî li wir vedikin. Her wiha serdana fitarên malbata Şenyaşar jî berdewam dikin û îro jî  Platforma Maseya Fikr serdana malbata Şenyaşar kir û bi wan re fitar vekirin.    Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edeletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 736’an de berdewam dike.   Emine Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ku ji mala xwe ya Pirsûsê hatin ber Edliya Rihayê li ber pankarta ku li ser, "Ji bo malbata Şenyaşar edalet" dinivisî çalakiya xwe domandin heta dema fitarêjî li ber edliyeyê bûn. Platforma Masya Fikr jî serdana malbatê kir û bi wan re fitar vekir. Ferît Şenyaşar axivî û ji bo sredanê spasî kir û got ku ya ku wan li ser piyan dihele piştgiriye û heta edalet pêk nayê  wê çalakiya xwe berdewam bikin.