Înfaza rojnameger Dîlan Oynaş dîsa hat betalkirin 2023-03-28 14:32:47     ENQERE - Înfaza rojnameger Dîlan Oynaş a ev 6 sal in girtiye û cezayê wê qediyaye jî nayê berdan, cara 4'emîn hat betalkirin.   Bi iddiaya "endamtiya rêxistinê" di sala 2016'an de rojnameger Dîlan Oynaş hat girtin. Tevî cezayê Dîlana li Girtîgeha Jinê ya Sîncana Enqereyê tê girtin, di 26'ê Nîsana 2022'yan de xelas bûye jî lê belê bi biryara Lijneya Çavdêrî û Îdareyê hîn girtiye.     Lijneya Çavdêrî û Îdareyê di 27'ê Nîsana 2022'yan de bi hinceta "halê baş tune ye" Dîlan tehliye nekir. Her wiha di 21'ê Tîrmeha 2022'yan de jî bi hinceta "poşmantî qebûl nekiriye" tehliyeya wê 6 mehan hat dirêjkirin. Di 21'ê Çileyê de bi hinceta cezayê dîsîplînê tehliyeya Dîlanê hat taloqkirin.    Cara çaran hat astengkirin   Di 27'ê Adarê de jî lijne kom bû û dîsa bi hinceta "poşmantî" qebûl nekiriye nehat berdan. Înfaza Dîlanê hat betalkirin û tehliyeya wê 6 mehên din jî hat dirêjkirin.    Wê lijne di 29'ê Nîsanê de dîsa kom bibe û biryarê bide.