Li Amedê li dijî tiryak û fuhûşê banga têkoşînê hat kirin 2023-03-28 13:51:28       AMED - Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê, têkildarî tiryak û fuhûşa ku li Kurdistan û Tirkiyeyê belav bûye daxuyanî da û gotin: "Bi belavkirina tiryak û fuhûşê dixwazin civakê bêehlaq bihêlin. Em bang li saziyên cemawerî dikin ku li dijî vê yekê bigirin û têbikoşin."   Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê, têkildarî tiryak û fuhûşa ku li Kurdistan û Tirkiyeyê belav bûye de li Şaxa Jimara 1’ê ya Egîtîm Senê civîna çapemeniyê li dar xist. Di eywana Egîtîm Senê de pankarta “Em ê rê nedin tiryak û fuhûşê” hat vekirin û gelek endamên platformê tevlî daxuyaniyê bûn. Li ser navê platformê Hevseroka Odeya Bijîjkan a Amedê Elîf Turan daxuyaniyê xwend.   ‘Rê li ber pêkhateyên sûc, çete û mafyayê vedikin’   Elîf, anî ziman ku di van salên dawî de li gelek bajarên welat, bikaranîna tiryakê û fuhûşê belav bûye û got bi taybetî jî hewl didin ciwanan ber bi xirabiyê ve bibin û bi van rêbazan hewl tê dayîn ku civak xirap bibe. Elîf, destnîşan kir ku bikaranîna tiryakê bi taybetî di nava ciwanan de bi lez zêde dibe, heta zarokên ku temenê wan biçûke jî bikar tînin û rêjeya bikaranîna tiryakê jî her diçe zêde dibe û wiha got: “Zêdebûna mirina ji ber bikaranîna madeyên hişbir ku piraniya wan ciwan in û zêdebûna hejmara kesên ku bi metirsiya zêde bikar tînin, civak û me dixe nava fikaran. Metirsiya madeyên hişbir û fuhûşê bi taybetî ciwanan hedef girtiye, dê bigihêje astên metirsîdar ên ku ger tedbîrên pêwîst neyên girtin dê pêşî lê neyê girtin. Pêşîlêgirtina gihîştina tiryakê, bi dûrxistina madeyê ji ciwan û ciwanan ji maddeyê re dibe. Di vê têgihiştinê de; hewldan ji bo tekoşîna li dijî hilberîn û belavkirina madeyên hişbir, dûrxistina tiryakê ji bikarhêneran û nehiştina van tiryakan bigihêje bikarhênerê lezgîn in. Divê neyê ji bîr kirin ku ji bilî metirsiyên madeyên hişbir û fuhûşê di warê tendirustî û gendeliya civakî de rê li ber pêkhateyên sûc, çete û mafyayê jî vedike.”   Banga pêşigirtina tiryak û fuhûşê   Elîf, bi lêv kir ku li bajêr bi navên cuda dikan hatine vekirin û li vir bikaranîn û firotina tiryakê û fuhûşê tê kirin û bang li şaredariyê kir ku van cihan kotrol bikin. Elîf, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em li bendê ne ku şaredariyên ku destûrê didin van kargehan, kontrolên pêwîst bikin û tavilê lîsansên ku dane betal bikin. Her wiha divê saziyên cemaweriyê yên berpirsyar ku çavê xwe ji vî karî re digirin bi kontrolkirina van kargehên ku jê re tê gotin, divê pêşî li vê bêexlaqiyê bigirin. Em bang li saziyên cemawerî, saziyên sivîl û gelê xwe yên hestiyar dikin ku li dijî tiryak û fuhûşê ku hewl tê dayîn li bajarê me belav bibe, bi hev re têbikoşin. Em dixwazin bi bîr bînin ku hemû kes û sazî xwedî berpirsyariyeke dîrokî ne ku ciwan û pêkhateya xwe ya civakî biparêzin.”