Polîsên ku zarok îşkence kirin hatin berdan 2023-03-28 12:39:12     NAVENDA NÛÇEYAN - 2 polîsên ku di lêpirsîna îşkenceya li Licê ya zarokê 14 salî Y.D. de hatibûn girtin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.     Li navçeya Licê ya Amedê roja Newrozê 21’ê Adarê polîsan zarokê bi navê Y.D. ê 14 salî digirin û îşkence lê dikin û lê ferz dikin ku ew çêrî kurdan bike û sirûda Îstîklalê û helbesta Mehmetçîk jiber bike. 5 polîsên ku di çarçoveya lêpirsîna têkildarî îşkenceyê tê rêvebirin de hatin binçavkirin, di 26’ê adarê de ji aliyê dozgeriyê ve bi sûcdariya “kese ji azadiya wî bêpar bihêlin û birîndarkirina bi qestî” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibûn kirin. Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Licê derbarê polîsên bi navê Îsmaîl Akkûş, Emre Ozcan û Gokhan Bay de bi sûcê “birîndarkirina bi qestî” biryara girtinê dabû û her du polîsên din berda bûn.    Li ser îtîraza Serdozgeriya Komarê û parêzerên gazinker duh derbarê midurê polîsan Aykût Oral û polîs Hayrettîn Çakmak de biryara girtinê hate dayîn. 2 polîsên ku Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Licê derbarê wan de biryara girtinê da, Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Licê bi şertê kontrola edlî ew serbest berdan.    Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê diyar kir ku wê îtîrazî biryarê bikin.