Li dijî polîtîkayên şer û rantê têkoşîna bajêr a ekolojîk 2023-03-28 09:02:35     Melike Aydin   ÎZMÎR - Seda Nur Ugur diyar kir ku lehiya li Riha, Semsûr û Mêrdînê encama qeyran û hilweşandina ekolojîk e û bal kişand ser polîtîkayên rantê. Sedayê da zanîn ku li dijî qirkirina ekolojîk têkoşîneke hevpar û enternasyonel lazim e.    Di 15'ê Adarê de ji ber barîna baranê li bajarên Kurdistanê, Riha, Semsûr û Mêrdînê lehî rabû û zirareke mezin da mexdûrên erdheja û xwezayê. Ji Zarokên Xwezayê Seda Nur Ugur bal kişand ser para texrîbata ekolojîk a di vê lehiyê de û bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar.    'Ji ber tedbîr nayên girtin ewqas mirov jiyana xwe ji dest didin'   Sedayê bi lêv kir ku ji ber bêtedbîriyê û binesazî ne zexm e felaketên xwezayî yên wekî lehî û agir vediguherin karesatekê. Sedayê da zanîn ku ji ber li her derê beton tê rijandin û ber çeman ji bajarvaniyê re tên vekirin loma jî ev karesat pêk tên. Sedayê wiha domand:"Av li axê digere lê belê ji ber ku li her derê beton hatiye rijandin loma jî lehî çêdibe. Di eslê xwe de tê zanîn wê çiqas av li wir birije lê belê AFAD tenê hişyar dike jê pêv tedbîrê nagire. Ji ber tedbîr nayên girtin loma jî ewqas mirov jiyana xwe ji dest didin."   'Rant ji jiyana mirovan girîngtir tê dîtin'   Sedayê bi lêv kir ku Wezîrê Daristan û Cotkariyê gotiye "Talûkeya hişkesayiyê heye. Ji aliyekî 15 canê girt ji aliyekî jî av û ax gihaştin hevdu" û ev gotin bêsiûdiyek e û got:"Wekî ku tu girîngiya mirina mirovên li wir tune be behsa bûyerê dike. Me dît ku ji bo wan tu girîngiya mirovên li cihê erdhejê jiyana xwe ji dest dane tune ye. Me di erdheja Îzmîrê de jî ev tişt dît. Li cihên bi av, li erdên cotkariyê xanî tên çêkirin, faliyetên kanê tên meşandin. Cihên daristanê ji bo tûrîzmê tên vekirin. Loma jî ev dibe bingeha karesatên xwezayî. Rant ji jiyana mirovan girîngtir tê dîtin."   'Bê hincet êriş li dijî xwezaya Kurdistanê tê kirin'   Sedayê da zanîn ku ji bo kara sermeyadaran qadên xwezayî û cotkariyê ji îmar û rantê re tên vekirin û wiha lê zêde kir:"Ji bo herêma Kurdistanê biryarname jî nayên derxistin û êriş dikin. Me li Şirnex û Heskîfê ev dît. Kesên ku ji bo parastina wir çûn êrişî wan hat kirin. Çalakiyê wekî Karwanên Mezopotamyayê divê zêde bibin."   'Polîtîkayên şer dibin sedema hilweşandina ekolojîk'   Sedayê da zanîn ku di hilweşandina ekolojîk de para polîtîkayên şer jî hene û wiha da dû gotina xwe:"Dema çek tên bikaranîn xweza zirarê dibîne. Ji bo temînkirina madeyên çekan jî xweza zirareke mezin dibîne. Pereyê ji bo rehabîlîteya derekê ji bo şer tê xerckirin. Tu derûdor şer naxwaze. Ev şerê sermayedaran e eleqeya wê bi gel tune ye. Ji bo bekaya desthilatdaran ev xweza tune tê hesibandin."   'Sûcên qirkirina ekoyê hemû cîhanê eleqedar dike'   Sedayê da zanîn ku aştiya avhewayê ji bo mirovahiyê çareserî ye û got:"Ger sîstema kapîtalîst biguhere ev aştî wê pêk bê. Hilweşandina ekolojîk hemû kesî eleqedar dike. 27'emîn civîna COP (Conference of the Parties-Konferansa Aliyan) pêk hat. Hîn jî qala daxistina karbonê ya sifirê tê kirin. Lê belê ev ji 10 salan carekê tê taloqkirin. Di 2015'an de dihat gotin bila 2030'yî de be lê niha tê gotin bila di 2050'î de be. Em ji wan çareseriyekê hêvî nakin. Li dijî vê yekê ekolojîst çalakiyên greva avhewayê dikin. Hevdîtinên rêxistinên ekolojîk dewam dike. Ev pêvajo encax bi rêxistinbûyina ekolojîst bê çareserkirin. Li cîhanê di eslê xwe de mekanîzmayeke tune ye çimkî hemû ketine nava pergala sûc û loma jî ne di rewşeke ku ceza bidin Tirkiyeyê de ne. "   'Divê têkoşîneke hevpar bê dayin'   Sedayê da zanîn ku çareseriyên mîna bikaranîna kêm a avê têr nake divê sanayiyên dibe sedema qirêjiya avê bên astengkirin û wiha pê de çû:"Divê her kes xwedî li têkoşînê derkeve. Divê têkoşîneke hevpar bê dayin.  Divê bi gel re bajarên ekolojîk bên avakirin."