ROJEVA 28'Ê ADARA 2023'YAN 2023-03-28 09:00:00     *Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Îmraliya ku di bin tecrîda giran de tê girtin de ji dîrokê heta civakê ji zanistê heta her qada jiyanê nirxandinên wî ji roja me ya îro re dibe ronahî û jiyana xwe jî wek ‘vejîna sêyem’ digire dest.   *Bi minasebeta 4’ê Nîsanê, jinan hest û ramanên xwe parvekirin û diyar kirin ku ev roj ji bo wan gelek girîng û bi wateye û gotin: "4’ê Nîsanê ji bo me rojek nû ye. Lewra jî tu kes nikare roja me tarî bike û dem dema azadiyê ye.” BI DÎMEN    * Seda Nur Ugur diyar kir ku lehiya li Riha, Semsûr û Mêrdînê encama qeyran û hilweşandina ekolojîk e û bal kişand ser polîtîkayên rantê. Sedayê da zanîn ku li dijî qirkirina ekolojîk têkoşîneke hevpar û enternasyonel lazim e. DÎMEN HEYE   *Hevşaredara HDP’ê ya Cizîrê ku li şûna wê qeyûm hatiye tayinkirin Berîvan Kutlu diyar kir ku wîjdan û exlaqa desthîlatdariyê di erdhejê de di bin kavilan de ma û got: “Em wek HDP’ê li ser esasê xalên ku me diyar kirine pêşve diçin. Em sîyaseta xwe li gorî rêya 3’yemîn û demokrasiyê dimeşînin. Ji bo me berjewendiyên gelan esas in.” DÎMEN HEYE   *Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum da zanîn ku wê hêrsa gel a di lehiyê de li ser sindoqan bibe sedema hesabpirsînê û got:"Em ê vê îktidarê têk bibin. Wekî Partiya Çep a Kesk peywira me ya girîng diyarkirina siberoja vî welatî ye. Mîsyoneke me ya wiha heye. Em ê vê pêvajoyê li gor vê yekê bi rêxistin bikin. Em ê hem li sindoqan hem jî li îradeya xwe xwedî derkevi." DÎMEN HEYE