Li dijî komkujiya Cindirisê meş hat lidarxistin 2023-03-28 08:07:59     HELEB - Ji bo şermezarkirina komkujiya Cindirêsê, ciwanên li taxa Şêxmeqsûdê daketin qadan.   Di 20'ê Adara 2023'yan de dema ku welatiyên Cindirêsê hewl dan agirê Newrozê vêxin li ser wan komkujî pêk hat û di encamê de çar welatî ji malbatekê bûn qurban. Ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ên bi navê Ehrar Alşerqî hatin kuştin. Ji bo şermezarkirina vê komkujiyê îro bi sedan ji ciwanên taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê daketin qadan. Meş ji pêşiya eywana Yasîn dest pê kir û ber bi parka Efrînê ya li milê Eşrefîyê dikeve bi dawî bû. Di meşê de pankartên bi nivîsa “Bi fedakariya şehîdên Newroza Cindirêsê wê serhildana Efrînê bi ser bikeve.”, “Bi rihê ciwanên fedayî dagirkeriyê têk bibin û Efrînê rizgar bikin" hatin vekirin. Her wiha di meşê de meşale û alên tevgera ciwanan hatin hildan û bi dirûşma “ Bijî berxwedana Efrîn û Cindirêsê, Cindirês em bi te re ne heya mirnê, Ji bo Efrînê şer” meş dest pê kir û bi dawî bû.   Di dawiya meşê de agir hat dadan û meş bi dirûşman bi dawî bû.