Malbata Şenyaşar bi piştevaniya KESK'ê fitara xwe li ber edliyeyê vekir 2023-03-27 20:25:16   RIHA - Malbata Şenyaşar di çalakiya Nobeda Edaletê de ne fitara xwe li ber edliyeyê vekirin. KESK û saziyên giredayî wê jî serdana nobeda edaletê ya malbata Şenyaşar kirin û bi hev re fitara xwe vekirin.      Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 735’an de berdewam dike.   Emine Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ku li mala xwe ya Pirsûsê hatin li ber Edliyeya Rihayê û li pêş pankarta ku li ser, "Ji bo malbata Şenyaşar edalet" dinivisî çalakiya xwe domandin heta dema fitaran jî li ber edliyeyê bûn. Sendikayên giredayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Cameweriyê (KESK) ên Rihayê serdana nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar kirin û bi hev re fitar vekirin.    Di serdanê de Hevserokên şaxên KESK’ê Mahmut Bînîcî axivî û diyar kir ku têkoşina edaletê ya malbata Şenyaşar rojeke encam bigre û wiha got: "Em bi hevî ne ku pêk hatina edaletê jî nez e. Em ê van rojên êş bi piştevaniyê derbas bikin û piştevaniya têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar bikin. Em e bi hev re vê bê edaletiyê derbas bikin. Ji bo pêşerojê de bûyereke wiha ne jiyîn em jî vê têkoşîna malbatê pîroz dikin û daxwaza pêk hatina edaletê dikin."   Ferît Şenyaşar jî ji bo serdanê spasiya KESK'ê kir û got: "Daxwaza me edaletê me desthilat jî daxwaza edaletê kir lê pêk nehat lê em bawerin desthilat biguherê edalet wê pêk were."