Li Rojhilat û Îranê çalakî didomin 2023-03-27 11:14:02     NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî ku li rojhilatê Kurdistanê û Îranê betlaneya Newrozê ye, lê çalakî û nerazîbûnên gel ên li dijî zext, girtin, rewşa zehmet a jiyanê û bêmafiyên rejîma Îranê berdewamin.   Her çiqas zêdetirî 190 roj di ser qetilkirina Jîna Emînî û destpêkirina serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ re derbas dibin, lê hîna jî nerazîbûn û çalakiyên pêkhateyên civakê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin.   Duh li bajarê Seqiz yê rojhilatê Kurdistanê gel li dijî girtina Mamosta Silêman Ebdî ku yek ji endamên encûmena pîşeyî ya mamostayane, çalakiyek nerazîbûnê li ber rêveberiya perwerê ya bajêr lidarxistin. Di çalakiyê de bi dehan mamosta amadebûn û daxwaza berdana Silêman Ebdî û bi dawîanîna zextan kirin.   Mamosta Silêman Ebdî ji ber ku li ser gora Jîna Emînî axivîbû, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin.   Li aliyê din ji ber rewşa zehmet ya jiyanê, bihabûna pêdawîstiyên rojane û zêdenekirina muçeyan, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê karmend û xanenişîn nerazîbûn nîşan didin. Divê çarçoveyê de duh li parêzgeha Xuzistan gelek xanenişîn (Teqawîtbûyî) xwepêşandanek lidarxistin.   Li bajarê Ewhwaz û Şoreş ên ser bi parêzgeha Xuzistanê jî hejmarek zêde ya xanenişînên tora çavdêriya civakî carek din ji bo başkirina rewşa jiyanê çalakî lidarxistin.