Gumanbarê êrîşê HDP’ê kir dîsa hat berdan 2023-03-26 22:14:19   STENBOL - Êrîşkar Mehmet Bayezît ku cara duyemîn êrîşê HDP’a Stenbolê kir ji aliyê dadgehê ve hat berdan.   Êrîşkar Mehmet Bayezît ku êrîşê Partiya Demokatîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê kir cara duyem ji aliyê dadgehê ve hat berdan.   Gumanbar ku di 21’ê Sibatê de çû avahiya partiye û êrîş pêk anî piştî îfada emniyete sewqî Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê hat kirin. Gumanbar ji aliye Dadgeriya Ceza Sulh ve di 22’ê Sibatê de hat berdan.    Gumanbar di 25’ê Adarê de dîsa çû avahiyê û dîwar û deriyên avahiyê bi boyaxa sprey boyax kir. Polîsan gumanbar ji mala wî girt û birin qerekola Kasimpaşa.  Gumanbar sewqî Dadgeriya Ceza Sulh ha tkirin û saetên êvarê de hat berdan.