Dayikên Aştiyê yen Tebqayê banga têkoşînê kirin 2023-03-26 16:11:18     NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Aştiyê yên Tebqayê Komkujiya Cindirêsê şermezar kirin û bang li gelên berxwedêr kirin ku ji bo rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî têkoşîna xwe bikin yek.   Dayikên Aştiyê yên Tebqayê bi daxuyaniyekê Komkujiya Cindirêsê ya ku çeteyên dewleta Tirk şeva Newrozê (20`ê Adarê) li navçeya Cindirêsê pêk anîbûn û di encamê de 4 welatiyên Kurd şehîd bibûn, şermezar kirin.   Endama Kombûna Jinan a Zenûbyayê Sûad Ebdo daxuyanî li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê xwend, dayikên şehîdan û endamên kombûnê tevli daxuyaniyê bûn.   Di daxuyaniyê de Komkujiya Cindirêsê hate şermezarkirin û hat destnîşankirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê hewl didin ku Kurdên li Efrînê di qirkirina etnîkî re derbas bikin û xwecihên mayî ji Efrînê derxînin û wîha hat gotin: “Dagirkeran axa Efrînê ya pîroz veguherandiye gola xwînê. Cîhan jî li hember vê rewşê bêdeng e.”   Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelên têkoşer hat kirin ku destê xwe bidin hev, ji bo ku rizgarkirina Efrînê û herêmên din ên dagirkirî rizgar bikin.