Zarokê hat îşkencekirin polîs teşhîs kirin 2023-03-26 15:53:14     AMED - Zarokê bi navê Y.D. ê 14 salî ku li Liceyê hatibû îşkencekirin, yek jê komîser 3 polîs bi rêya wêneyan teşhîs kirin.    Zarokê bi navê Y.D. (14) ku di 21’ê adarê de li navçeya Licê ya Amedê li gel hevalekî xwe yê 10 salî vedigeriya malê, ji hêla polîsan ve hatibû revandin û îşkencekirin. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hatibû destpêkirin. Fermandariya Cendirmeyan a Liceyê ji bo teşhîskirinê bang li Y.D. kir. Li gorî agahiyên ku malbatê dane; Y.D. bêyî ku parêzerê wî pê re be çû fermandariyê û li cem dozger li ser wêneyan 3 polîsên îşkence lê kiribûn teşhîs kirin.    Hat îdiakirin ku piştî teşhîskirina li ser wêneyan, derheqê yek jê komîser bi giştî 3 polîsên îşkence kirine de biryara girtinê hate dayîn û li Enqereyê hatine binçavkirin.    Polîs hatin binçavkirin   Serokê Baroya Amedê Nahît Eren têkildarî bûyerê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev peyam parve kir: “Têkildarî îşkence û miameleya xerab a li Liceyê li zarokê 14 salî Y.D. hatiye kirin, derheqê 5 polîsan de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Ji van polîsan 2 jê li navçeya Liceyê û 3 jî ji ber ku rapor wergirtibûn li Enqereyê hatin binçavkirin. Em pêvajoya lêpirsînê dişopînin.”    Çi bibû?   Zarokê bi navê Y.D. ê 14 salî, di 21’ê Adarê de dema li navçeya Licê ya Amedê tevî hevalê xwe yê 10 salî vedigeriya mala xwe, ji hêla polîsan ve hate sekinandin. Hevalê Y.D. ê 10 salî hate berdan û ew bi xwe jî bi wesayîtê hate revandin. Polîsan, dest û lingên Y.D. girê dan û îşkence lê kirin. Polîsan bi rêya îşkenceyê hewl dan ku Y.D. bibêje “ez tirk im” û piştre jî gefa kuştinê lê xwarin ku “çêran li kurdan bike û Sirûda Îstîklalê” bixwîne. Polîsên îşkencekar, piştre jî dev û destên Y.D. girê dan û avêtin çirava  li rex rûbarê navçeyê. Di saetên derengî şevê de şêniyeke gund Y.D. ferq kir û rakir nexweşxaneyê. Ji ber îşkenceya hatiye kirin, dibe ku Y.D. çavekî xwe winda bike. Piştî ku îşkenceya li zarok hatiye kirin ji hêla Ajansa Mezopotamyayê (MA) ve hate weşandin, Serdozgeriya Komarê ya Liceyê têkildarî bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.