Îranê cezayê girtîgehê li Şîlan Kurdistani birî 2023-03-26 12:44:46     NAVENDA NÛÇEYAN - Îranê cezayê girtîgehê li nivskar û çalakvana mafên jinan Şîlan Kurdistanî a ku piştgirî da serhildanên piştî qetilkirina Jina Emîn hatin destpêkirin birî.   Li Îran û rojhilatê Kurdistanê piştî qetilkirina Jina Emînî serhildanên destpêkirin didomin. Nivîskar- wergervan, çalakvana mafên jinan û endama rêxistina jinan ya Zahivano Şîlan Kurdistani ji ber ku piştgirî dabû serhildanê hatibû girtin û ji aliyê Şaxa Yekem a Dageha "Şoreşê"  ya Sine ve ceza lê hat birîn.   Li Şîlan Kurdistani ji ber sûcên "Endamtiya rêxistina jinan ya Zhivano" û "Li dijî dewletê propaganda" kiriye bi giştî 40 meh cezayê girtîgehê hat birîn.   Sîlan Kurdistani, di 23’ê Cotmeha 2022’an roja Yekşemê di dema serhildanên li seranserî welat de ji aliyê hêzên girêdayî hikumetê ve hatibû binçavkirin. Çalakvan piştî dema dû hefteyan ya binçavkirinê ji aliyê Departmana Îstixbaratê ya Sine ve bi kefaletê hatibû berdan.