ROJEVA 26'Ê ADARA 2023'YAN 2023-03-26 09:00:00     * Zozana Kobanî ya li Rojavayê Kurdistanê dijiya, ji ber polîtîkayên bişaftinê ya rejîma Sûriyeyê li ser nasnameyê navê Hîbe û di nav malbatê de jî Zozan bi kar dianî. Zozana di êrişên DAÎŞ’ê de koçberî Tirkiyeyê bû vê carê ji ber du navên wê hene, bi hinceta ku 'navê kod' bi kar tîne bi sûcdariya "Endamtiya Rêxistinê" hat girtin.   *Jinên Licê, bertek nîşanê îşkenceya ku li zarokê 14’ê salî Y.D. yê hat kirin, dan û anîn ziman ku zilm û îşkenceya dewletê ji salên 80’ê û 90’î vir ve bê navber didome. Jinan, bang li Gelê Kurd kirin û gotin li dijî zilmê rabin ser piyan. BI DÎMEN    * Jinên ku bertek nîşanî îktîdarê dan diyar kirin ku îktîdar li şûna alîkariyê bide gel, êrişî li Rojava dike û gotin: "Pereyê ku hatin komkirin nedan mexdûrên erdhejê. Lê divê bê zanîn ku em ê ji bo mexdûrên erdhejê piştevaniya di nava gelan de mezin bikin." BI DÎMEN    *Ji ber germahiya global, qirêjiya hawirdor û xizmetên kanalîzasyonê hewzeya Gola Wanê gelek pirsgirêkan dijî û di demên dawî de gel ji ber bîhna ji pergala parzûnkirinê belav dibe bi gazinc in.  BI DÎMEN