Li Amedê jinek biguman avahiyê de ket 2023-03-24 20:52:20   AMED - Li taxa Bagcilar a navçeya Rezan a Amedê jina bi navê S.E bi awayekî guman ji katê 5’an a mala xwe de ket û bi giranî birîndar bû.   Hat îdîakirin ku li taxa Bagcilar a Rezan a Amedê jina bi navê S.E. întîxar kiriye. Hat îdiakirin ku navbera S.E. mêrê ku pê re zewicandî bû re nîqaş derketiye û  S.E xwe ji katê 5’an avêtiye û întîxar kiriye.      S.E. ku biguman ket, bi giranî birîndar bû. S.E bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyek bajêr. Hat diyarkirin ku S.E. rakirine beşa lênêrîna giran û dermankirina wê didome.