UNÎCEF’ê ji bo zarokên Yemenê banga tedbîra lezgîn kirin 2023-03-24 19:44:54   NAVENDA NÛÇEYAN- Fona Alîkariya Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), hişyarî kir ku fon ji bo alîkariya bi Yemenê re neyê veqetandin, dibe ku bi milyonan zarok rû bi rûyê rîska têrnexwarinê bibin.   Di daxuyaniya nivîskî de ku ji aliyê UNÎCEF’ê ve hat dayîn, ji 11 milyon zarokên mihtacên alîkariya mirovî yên li Yemenê, zêdeyê 540 hezar zarokên hêj pênc sal nekirine, rû bi rûyê pirsgirêka netêrxwarinê ya kujende ne.   Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku ji her deh deqeyan carekê zarokek jiyana xwe ji dest dide. Mirov dikare ber li mirina wan bigire. UNÎCEF’ê, ragihand ku ji bo alîkariya bi Yemenê re dewam bike, pêdivî bi 484 milyon dolaran heye.    Di daxuyaniyê de, hişyarî hat kirin ku heke bi lez û bez ber lê neyê girtin wê zarok rû bi rûyê rîska netêrxwarinê bibin. Li gor saziya NY’yê, eger alîkarî negihîje, dibe ku UNÎCEF ji neçarî ji alîkariya jiyanî ya zarokan bibire. Meha Sibatê welatên bexşker, soz da ku wê 1,2 milyar dolar bidin. Rêxistinên alîkariya mirov jî 4 milyar dolar fon dixwest. Li gor Neteweyên Yekbûyî, sala 2023’yan pêdiviya ji sisêyan duduyê Yemeniyan bi alîkariya lezgîn heye.