Ji AKP’ê bi şerta endamtiyê alîkariya xurekê 2023-03-24 18:22:42   AMED- AKP’a Amedê bi şerta endamtiyê xurek li welatiyên erdhejzede belav kir.   Hikûmeta AKP’ê berbi hilbijartina 14’ê Gulanê li Amedê bi şerta endamtiya partiye xurek li welatiyan belav kir. Li gorî agahiyên hatine girtin 21’ê Adarê de AKP’a Amedê civînên gel pêk anîne û soza ku ger bibin endamên AKP’ê wê xurek belav bikin dane. Di vê çarçoveyê de AKP’iyan bi şerta endamtî û tevlibûna civînan lîsta nav ji bo xurekan amade kir.   Îro li Kolana Emekê ya Baglarê li ber mala kesekî AKP’î welatî ketin dorê. Hat dîtin ku run û çewalên xurekan li welatiyan tê belavkirin. Kesên li dorê de dipan diyar kirin ku berê navê wan hatiye nivîsîn û bûne endamên AKP’ê.