Twîtterê îtîraza Xwebûnê bersivand û hesabê rojnamê vekir 2023-03-24 11:17:02     NAVENDA NÛÇEYAN - Twîtterê îtîraza rojnameya Xwebûnê bersivand û bi daxuyaniyekê lêborîna xwe ji rojnamê xwest hesabê rojnamê @rojnamexwebun careke din vekir û aktîf kir.   Di 22’yê sibatê de bi hinceta ku şertên twîtterê bin pê kiribû hesabê rojnameya heftane ya bi kurdî Xwebûn, @rojnamexwebun girtibû. Li dijî vê biryarê îtîraz hatibû kirin. Twîtterê îtîraza rojnameyê bersivand û bi daxuyaniyekê lêborîna xwe ji rojnamê xwest hesabê rojnamê @rojnamexwebun careke din vekir û aktîf kir.   Daxuyaniya Twîtterê ya der barê mijarê de wiha ye: “Piştî lêkolîna ku bihurgûlî hat kirin hat fêmkirin ku we şertê twîtterê bin pê nekiriye me dîsa hesabê we vekir. Êdî hesabê we ji bikaranînê re vekiriye. Ji ber sebra ku we di vê pêvajoyê de we nîşan da spasiya we dikin û lêborîna xwe dixwazin.”   Hêjayî bi bîr xistine ye ku di 22’yê sibatê de twîtterê navnîşana URL’ê ya 340 hesabên medya sanal asteng kiribû û hesabê rojnameya Xwebûn û ya ajansa me ya kurdî jî di nav de gelek hesabên sazî û dezgehên kurdî jî dabû girtin.