‘Li dijî avahiyên xisar tu tedbîr nehatine girtin’ 2023-03-24 09:08:06   Rojda Aydin - Bêrîtan Canozer   AMED – Endama Lijneya Rêveberiya Odeya Avahîsazan Ozlem Yilmaz, diyar kir ku ji ber rantê li ser qadên çandiniyê avahiyên 15 qat tên çêkirin û got: "Niha avahiyên ku ji ber erdhêjê de zirarê dîtine bêyî tedbîrên ewlehiyê tên hilweşandin. Welatiyên ku bê war man jî ji neçariyê berê xwe didin bajarên din. Bi vî rengî demografya diguhere û ev tişt zanetî tê kirin."   Piştî erdhêjên ku li navenda vê Mereş bû encamên gelek dijwar derketin holê, bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran jî birîndar bûn. Di heman demê de ji ber erdhêja ku pêk hat li 10 bajaran bi hezaran avahî xisarên mezin dîtin. Bi taybetî li Amedê jî gelek avahî xisar dît. Ji bo hin avahiyên ku kêm, nîv û zêde xisar dîtine rapor hatin amadekirin. Di heman demê de jî ji bo avahiyên ku biryara hilweşandinê hatine hatine dayîn jî tedbîrên ewlehiyê nehatin girtin.   Endama Lijneya Rêveberiya Odeya Avahîsazan Ozlem Yilmaz, têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û bal kişand ser rewşa niha.   ‘Îhmalkarî dikuje’   Ozlem, anî ziman ku di encama erdhêjên ku pêk hatî de li 10 bajaran gelek avahî hilweşiyan û zirarek mezin dît û di encamê de bi hezaran welatî jiyana xwe ji dest dan. Ozlem, da zanîn ku ne erdhêj “îhmalkarî” bû sedema mirinê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê em di wê hişyariyê de bin ku welatê me welatekî erdhêjê ye. Li gor vê yekê xebat û tedbîr divê bên girtin. Lê ji ber tedbîrên ku nehatin girtin îro erdhej bandoreke mezin li me dike. Ji ber vê yekê jî bûyera xwezayî bû sedema keraseteke mezin. Ji ber vê yekê jî em carekedin dibêjin ne erdhêj îhmalkarî dikuje.”   ‘Qadên çandiniyê ji îmarê re vekirin'   Ozlem, da zanîn ku di aliye çêkirina avahiyan, saxlembûna avahiyan û plansaziya bajêr de elbet şaşî û tiştên ku bên rexnekirin hene û got: "Ji ku ji ber gelek parametre hatine li cem hevdû bi hilweşandinek ev qas mezin re rû bi rû mane. Li araziyên çandiniyê de destûra îmarê hatiye dayîn. Ev tişt rê li ber karesetên mezin vedike. Di encama lêkolînên bêkontrol, bêzanistî û bêteknîkî de em bi rûxandineke wiha re rûbirû ne. Ev jî ji bo me bandorek mezin e. Di van demên dawiyê de li Tirkiyeyê efûya îmarê û îmarên aştiyê li pêş ketin."   ‘Li dijî avahiyên xisar tu tedbîr nehatine girtin’   Ozlem, destnîşan kir ku ji bo hin avahiyan raporên hindik, nîv û zêde xesar hatin dayîn û wiha pê de çû: “Wezareta Hawirdor Bajarvanî û Guhertîna Avhewayî ve û tevî hevalên me yên dildar derketin qadan û li ser vê yekê xebat dan meşandin. Hevalên ku dadikevin qadan jî pêwîste ser vê mijarê perwerdehiyê bigirin. Hevalên ku ne xwedî agahî û tecrubene nikarin dakevin qadan. Gelek kom dakevin qadan û xebatên xwe meşandin. Xebatên ku hatin kirin jî hemû di çarçoveya çavderiyê de bû. Di dema xebatan de ji ber erdhêjê zirar dîtiye yan na xebatan hatin meşandin û di vê çarçoveyê de çavderiyan kirin. Elbet dema ku hilweşandina avahiyên xisar tên kirin jî tedbîr tên girtin. Avahiyên ku hindik, nîv an jî giran xisarê dîtine hîn dest bi hilweşandina hemûyan nehatiye kirin. Derdora avahiyên xisar bi bandê ve hatine dorpêçkirin. Xeynî vê tiştê tu tedbîrek din nehatiye girtin.”   ‘Welatî neçar man ku di malên xisar de bimînin'   Ozlem, daxuyakirin ku avahiyên ku pêşî jê re digotin “hinekî xisar dîtine” û piştre di kontrola duyemîn de wekî “bi giranî xisarê dîtiye” rapor hatine dayîn û destnîşan kir ku xebatên xisar tespîtê hemû wek çavderî hatine kirin. Ozlem, diyar kir ku hîn erdhêj berdewam dikin û ev yek ji bo hemû welatiyan tehlûkeye û wiha axivî: “Ji ber ev erdhêjên ku hîn berdewam dikin de avahiyên ku kêm û nîv zirarê dîtine di demên pêş de em nizanin ku dê çawa be. Ji ber ku dibe ku ew piştre bi giranî jî xisarê bibînin jî. Ji ber xebatên ku wek çavderî tên meşandin de, ev avahî îhtîmalek mezin dê di erdhêjên dinê de zirarên mezin bibînin. Divê ev hemû li ber çavan bên girtin. Mirovên ku dikevin van avahiyên xisar ji bo wan gelek xeternak e. Lê di vê pêvajoyê de gel ji bo cil û bergên û alavên xwe bigirin neçar man ketin van avahiyan. Dema erdhêj pêk hatin şert û mercên hewayî gelek zor û zehmet bûn. Ew welatî ji ber cihê ku biçin bimînin tunebû neçar man vegeriyan xaniyên xwe yên xisar.”   ‘Di çarçoveya rantê de avahiyên 15 qat hatin çêkirin’   Ozlem, di dirêjiya axaftina xwe de got polîtîkayên ne tendûristî ya bajarvaniyê û guherdina plansaziya îmarê jî encamên wisa derxistine holê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Qadên çandiniyê ku wekî herêmên nû yên îmarê hatin vekirin encamek pir cidî bû. Ev yek jî rîskê zêdetir dike. Li Tirkiyeyê ev 15 salên dawiyê wekî ku em zanin aboriyê li ser nigan digire sektora înşeatê ye. Mixabin di vê sektora înşaetê de gelek zêde rantê radestî alîgiran û mutahîdan hat kirin. Di encama vê rantê de jî avahiyên 15 û 30 qatî hatin çêkirin. Lê em nikarin bibêjin ku avbahiyên 15 qatî hemû bi rîsk in. Lê dema ku ev avahiyên 15 qatî tên çêkirin divê li gor araziyê û bi ewle bên çêkirin. Lê belê ev nehatin kirin. Ji ber ku di çarçoveya rantê de ev avahî hatin çêkirin, aliyê zanistî û teknîkî li ber çavan nehat girtin. Em hêvî dikin ku di demên pêşiya me de ji bo gel û xwezayê avahiyên bi ewle bên çêkirin.”   ‘Guherîna demografiyê bi xwe re pirsgirêkan jî tîne'   Ozlem, da zanîn ku ji ber erdhêjên ku pêk tên, demografiya bajêr jî diguhere wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber erdhêjê hem ji aliyê demografiyê û hem jî ji aliyê xwezayî ve guhertinên mezin pêk tên. Welatiyên ku xaniyên wan hilweşiyan û bê war man neçar man ku biçin bajarên cuda û jiyana xwe bidomînin. Ev yek jî ji ber rayedarên welat pirsgirêkên welatiyan ên di aliyê bêwariyê de çareseriyekî nabîne û bi vê yekê re em di wê zanistê de ne ku dê di aliyê demografiyê de jî guherîn dê pêk bên. Lê em naxwazin tiştek bi vê rengî çêbibe. Welatî jî ji bo debar û jiyana xwe bidomînin ji neçariyê diçin bajarên cûda. Wek pêkhateyên TMMOB’ê têkildarî vê mijarê de me gelek caran daxuyanî da. Çi ji destên me bê em ê ji bo gelê xwe bikin û li cem welatiyên xwe bin. Bi guhertina demografiyê ve di aliyê siyasî, çandî û polîtîkayê de pirsgirêkên cidî dê bi xwe re bîne.”