Derbarê rojnamevana nûçeyên erdhejê şopandin de lêpirsîn 2023-03-23 16:19:16     AMED - Rojnamevan Medîne Mamedoglû ku derbarê wê de lêpirsin hatibû destpêkirin, îfade da dozgeriyê.    Rojnamevan Medîne Mamedoglû ya nûçegihana Nû JINHA’yê çûbû herêmên erdhejê û geşedanên li wir şopand. Bi hêceta ku Medine geşedanên li herêmên erdhejê şopand û li ser hesabên xwe yên medya civakî parve kir, ket ber lêpirsînê. Medine û parêzerê xwe Resûl Temûr bi hev re çûn edliyeya Amedê û bi îdiaya “kes li kîn û dijminatiyê sor kirine” îfade da dozgeriyê.    Medine anî ziman ku wê li herêmên erdhejê rojnamevanî kiriye û parvekirinên wê jî di çarçoveya xebatên rojnamevaniyê de bûne û tawanbarbariyön derbarö xwe de red kırın.    Parêzer Resûl Temûr jî diyar kir ku parvekirinên miwekîla wî di çarçoveya rojnamevaniyê de ne û xwest lêpirsîn bê betalkirin.