Komîteya Lêpirsînê ya NY'yê rapora xwe aşkera kir 2023-03-23 16:14:37     NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî ya Taybet, derbarê binpêkirina mafên welatiyan de raporek ji 44 rûpelan pêk tê weşand û diyar kir ku ev kiryar dikeve asta sûcên dermirovî.   Komîteya Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya taybet ji bo Sûriyeyê der barê binpêkirinên çeteyên girêdayî dewleta Tirk de raporek ji 44 rûpelan weşand.   Komîteyê diyar kir ku endamên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê'' girtin, biçavkirin, windakirina bi zorê, îşkence, tewazîkirin, nêzîkatiyên xirab, birina rehînan û talankirinê berdewam dikin. Komîteyê da zanîn ku ev kiriyar dighêjin asta sûcên dermirovî.   Komîteyê di raporê de bal kişand ser gefxwarinên li niştecihên resen ên Efrînê yên ku daxwaza vegerandina malên xwe dikin, revandina dûbare ya şêniyan û standina fidiyê li beramberî serbestberdana wan. Komîteyê îşaret bi vê yekê kir ku "Polîsên sivîl" li Efrînê parêzerekî kurd di bin îşkenceyê de qetil kir.   Komîteya Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî ya Taybet ji bo Sûriyeyê da zanîn ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam û "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê'' tecawiz û êrişên zayendî dikin. Komîteyê ev yek bi sûcên şer bi nav kir.   Komîteyê derbarê sûcên destdirêjiyê de mînak parve kirin û got, çeteyên "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê" li Serêkaniyê tecawizê zarokekî iraqî kir û li bajarê Babê yê dagirkirî jineke ducanî û hevjînê wê yê rojnamevan qetil kirin.   Di raporê de hate gotin ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam biçavkirina sivîlan didomînin û girtî xwarin û dermanên têrker bidest naxin.   Li gorî raporê, çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê qetilkirina girtiyan, di nav de girtiyên jin didomîne û çavdêriya li karên rêxistinên xwecih û ragihandinê asê dike.