Rakirina parêzbendiya Salîha Aydenîz di rojeva Meclisê de ye 2023-03-23 11:18:09     ENQERE - Rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz dê li Desteya Giştî ya Meclisê bê nîqaşkirin.    Rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, dê îro li Desteya Giştî ya Meclisê bê nîqaşkirin.    Komîsyona Têkel ya ji endamên Komîsyona Destûra Bingehîn û Edaletê ya Meclisê pêk tê 8 meh berê biryara rakirina parêzbendiya Salîha Aydenîz dabûn. Ji bo pêvajoya rakirina parêzbendiyê temam bibe divê ji bo biryara Komîsyona Têkel li Desteya Giştî ya Meclisê deng werin avêtin. Beriya rayvêtinê ew mafê parlamenteran heye ku parastina xwe jî bikin. Li Desteya Giştî ya Meclisê ji bo rayavêtinê 151 ray têrê dikin. Ji bo her parlamenteri dê rayavêtina cuda bê kirin. Heke biryara rakirina parêzbendiyê derkeve, dê pêşî li darizandina her sê parlamenteran jî vebibe.