ROJEVA 23'YÊ ADARA 2023'YAN 2023-03-23 09:00:00     *Di Newroza Amedê ku bi hezaran lê kom bûn de jinan peyama xwe ya hilbijartinê da. Jinên me mîkrafon dirêj kirinê gotin: “Yên ku ji bo kurdan, ji bo Kurdistanê tiştekî bikin em ê dengê xwe bidin wan. Yên ku zimanê me, çanda me û nasnameya me tune nehesibînin em ê li pişt wan bin.” Li gel van gotinan hemû jinan pirsa hûn ê dengê xwe bidin kê bi gotina: “Em ê bidin xwe” bersivandin. DÎMEN HEYE   *eroka Komîsyona Civakî ya Tirkiyeyê ya YE’yê Prof Karîane Westrheîm ku tevli Konferansa Kurd a Navneteweyî ya YE’yê bû , balkişand ser rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya di çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê de û got: “Tecrîda li ser Ocalan girêdayê gelek zextên li ser Kurdane. Yekane çareserî rakirina tecrîdê ye. Mifteya çareseriyê Ocalan e.”    *Seroka Komeleya Jinan a Esenyali Adîle Dogan der barê rapora ku encama serlêdana 1949 kesî hatiye amadekirin û her wiha polîtîkayên ku jiyana jinan hedef digire de axivî û diyar kir ku pergal hewl dide jinan bê çarserî bihêle. DÎMEN HEYE   * Endama Koordînasyona Jinan a Navendî ya HDK’ê Arîfe Çinar têkildarî Newroza Stenbolê ku bi sed hezaran kesî hêrsa xwe ya li dijî tecrîdê nîşan da û got: “Di Newrozê de, hat nîşandan ku Birêz Ocalan, çareseriya pirsgirêka kurd û avakirina aştî û jiyana nû li Tirkiyeyê." BI DÎMEN